'Heta ku edalet neyê Roboskî wê neyê Tirkiyeyê' 2022-04-28 16:33:51   ENQERE - Di meha 124'emîn a Komkujiya Roboskî de Hewldana ji bo Roboskî Edalet, ev daxuyanî da: "Heta ku edalet neyê Robsokî wê edalet neyê Tirkiyeyê ye."   Komkujiya Roboskî, di sala 2011'an li navçeya Qileban a Şirnexê pêk hat. Balefirên Tirkiyeyê, li gundê Roboskî 34 sivîlan bombebaran kirin û ew kuştin. Hewldana ji bo Roboskî Edalet, di meha 124'emîn a Komkujiya Roboskî de li şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edenê, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Ba kujer bên dîtin, qet careke din Robsokî pêk neyê" hat vekirin.    Di daxuyanyê de ji damezrînerên Hewldana ji bo Roboskî Edalet Tanjû Gunduzalp axivî û diyar kir ku 100 sal in rêveber, siyaset û pergal bêedaletî û bêcezatiyê diomînin û wiha got: "Rêya bidawîkirina bêedaletî û bêcezatiyê têkoşîn e. Heta hevrûbûn çênebe xwe gihandina demokrsiyê ne pêkan e. Roboskî sînor demokrasî û dewletê ye. Sînorê çareseriyê jî şêmûqa Roboskî be, şêmûga careke din pêk hatine çareseriyê û dubarenekirina komkujiyan Rboskî ye. Heta ku edalet neyê Tirkiyeyê wê edalet neyê Tirkiyeyê ye."