Xizmên girtiyan bi dirûşman meşiyan 2022-04-28 16:02:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên girtiyan çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê îro jî li Stenbol û Wanê berdewam kirin. Malbatên girtiyan, li Stenbolê bi dirûşman meşiyan û diyar kirin ku dê di Cejna Remezanê de biçin girtîgehan.    Bi mebesta berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, malbatên girtiyan li Stenbol û Wanê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan îro jî bedewam kir. Malbatên girtiyan da zanîn ku dê di Cejna Remezanê de çalakiya xwe li pêşiya girtîgehan bidomînin û daxwaza edaletê bikin.    Çalakiya malbatên girtiyan a Stenbolê kete hefteya 6’emîn û malbatan çalakiya xwe ya li pêşiya Edliyeya Stenbolê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Alî Kenanoglu, Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan amade bûn.    ÇALAKIYA BÊDENG   Polîsan bi hinceta biryara qedexeya çalakiyan a Qeymeqamtiya Kagithaneyê xwestin çalakiya malbatan asteng bikin. Li ser israra malbatan jî polîsan gefa binçavkirinê xwarin. Malbatan li dijî van gefan, “Çalakiya bêdeng” li dar xistin.    Parlamenter Alî Kenanoglu bertek nîşanî astengkirinên polîsan da û wiha got: “Polîs dibêjin ku dê dayikên li vir binçav bikin. Derfetê nadin ku xelk bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin. Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan. Bi piştgirî û parastina dewlet û desthilatdariyê îro li girtîgehan bi awayekî vekirî îşkence tê kirin. Destdirêjî tên kirin û girtiyan neçarî xwekuştinê dikin. Sepana îdamê li girtîgehan di meriyetê de ye. Dayik, xwedî li zarok û malbatên xwe derdikevin û dixwazin ku darazeke adilane hebe. Dixwazin ku dewlet li gorî qanûnên xwe tevbigere. Lê tehemûla vê nakin. “    BI DIRÛŞMAN MEŞIYAN   Piştî axaftina Kenanoglu jî malbatên girtiyan mil dan milên hev û bi tililî û dirûşma “Bijî berxwdana zindanan” ji pêşiya edliyeyeyê meşiyan û çalakiya xwe bi dawî kirin.     LI WANÊ BERTEK NÎŞANÎ POLÎSAN DAN   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Wanê jî li pêşiya edliyeyê hate kirin. Li gel parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan û endamên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), endam û rêveberên gelek saziyên din jî piştgirî dan çalakiyê. Lê polîsan destûr nedan ku malbat daxuyaniyê bidin. Polîsan, pêşî li malbatên ku ber bi deriyê edliyeyê ve diçûn girtin û gotin ku dê destûra daxuyaniyê nedin. Girse, ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin û çalakvanan jî bertek nîşanî vê sepana polîsan dan.    ‘EM JI BO EDALETÊ LI VÊ DERÊ NE’   Dayika Botan Tîmûr, Aslihan Tîmûr bertek nîşanî helwesta polîsan da û wiha got: “Em tenê ji bo edaletê li vê derê ne. Tekane derdê me ew e ku Wezareta Edaletê dengê me bibihîze. Heke nexwazin em Nobeta Edaletê li dar bixin, wê demê bila zarokê me berdin da ku em jî li malên xwe vegerin.”    Malbatan bi çepikan astengkirina polîsan protestor kir û çalakiya xwe bi dawî kirin.