Sercerdevanên Dêrgulê sîxurtiyê li koçerên dixwazin biçin zozanan ferz dike 2022-04-28 13:36:35   Şirnex - Sercerdevanê bajaroka Dêrgulê Omer G. sîxurtiyê li koçerên dixwazin biçin zozanan ferz dike.   Êrişa ku Tirkiyeyê di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê da destpêkirin, didome. Bi hinceta vê operasyonê derketina koçeran a zozanên herêma Botanê ya bakurê Kurdistanê tê astengkirin. Koçerên ku rexmî astengiyan jî hewl didin derkevin zozanan gelek zehmetî ji wan re tên derxistin.    Koçerên ku bi destpêkirina hewa germ re ji Mêrdîn û Êlihê derketin rê hatine Şirnexê, li bendê ye derkevin Zozanê Çemêkarê yê li navçeya Berwarî ya Sêrtê û Herêma Besta ya Şirnexê. Hat ragihandin ku sercerdevanê bajaroka Dêrgûlê ya Şirnexê Omer G. ku di nava gel de weke Emerê U. tê naskirin di berdila pere de sîxûrtiyê li koçeran ferz dike.    Hat hînbûn ku koçerên vê ferzkirina li xwe qebûl nakin destûr nayê dayîn ku biçin zozanan.    Her wiha hate zanîn ku li navend û gundê girêdayî bajaroka Dêrgûlê heta niha bi sedan cerdevan tev li operasyonê bûne.