Jinek li Îzmîrê rastî êrişê hat 2022-04-28 10:42:46 ÎZMÎR - Zilamê bi navê M.B. li Taxa Esentepe ya navçeya Karabagê êrişî jina ku ji hev veqetiyayîn kir.    Zilamê bi navê M.B. li Taxa Esentepe ya navçeya Îzmîrê bi alavên tûj êrişî jina bi navê G.Ç. ku ji hev veqetiyayî ne, kir. Di êrişê de G.Ç. birîndar bû. Piştî êrişê komên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û piştî destwerdana ewil Ç. rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku Ç. li nexweşxaneyê hate emeliyatkirin û xetereya li ser jiyana wê hêjta didome. Her wiha êrişkar M.B. jî ji cihê bûyerê reviya.