Li Herêma Kurdistanê hêzên taybet ên derveyî pêşemergeyan kî ne, çawa tên bikaranîn? 2022-04-28 09:06:04 MÊRDÎN - Di operasyonên ku Tirkiye bi hevkariya PDK’ê li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêma Federal a Kurdistanê pêk tîne, gelek hêzên taybet hene. Ev hêzên ku ne pêşmerge ne û li Herêma Kurdistanê ne kî ne, bi kê ve girêdayî ne, di çi karî de tên bikaranîn û di operasyona dawî de çi wezîfe dane wan?    Tirkiyeyê di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî deverên Zap, Avaşîn û Metîna ku wek Herêmên Parastinê yên Medyayê jî tên binavkirin û bi ser Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne, şerekî nû da destpêkirin. Êrişên li dijî ser vê herêmê di 15’ê nîsana 2020’an de ji herêma Zînî Wertê ku di bin kontrola Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de ye dest pê kiribû. Tirkiye rasterast êrişî herêmê nekir û di vir de hêzên PDK'ê xist dewrê. Her çiqas PDK’ê got hêza hevpar a wan û YNK’ê ye jî lê YNK’ê ev yek derewand.    Di berdewamiya vê de Tirkiyeyê di 10’ê Sibata 2021’an de ji bo endamên MÎT’ê, polîs û leşkerên PKK’ê wan desteser kiribû xelas bike, ji nişke ve êrişî ser herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê kir. Tirkiyeyê tişta ku armanc dikir ji vê operasyonê bi dest nexist û bi têkçûnekê re rûbirû m.a Tirkiyeya ku di vir de bi ser neket operasyona xwe domand. Tirkiyeyê di nîsana 2021’an de li dijî van herêman operasyonek berfireh ango şerek mezin da destpêkirin. Salek e ev şer didome. Hê ev şer didomiya, Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê di 17’ê nîsanê de dest bi şerek mezin kir. Niha li herêma Zap, Avaşîn, Metîna û deverên din şerê giran di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirkiyeyê de berdewam dike.    YÊN TEVLI ÊRIŞAN BÛNE KÎ NE?   Êrişên Tirkiyeyê yên di 17'ê Nîsanê de ji bejahî û hewayî dest pê kirin dewam dikin, berevajî êrişên din, leşkerên Tirkiyeyê ji herêmên di bin kontrola PDK'ê de êrişên xwe pêk tînin. Piştî gotûbêjkirina ku hêzên pêşmerge jî beşdarî êrişên Tirkiyê bi hevkariya PDK’ê bûne, li ser vê yekê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên li herêmê ne hêzên girêdayî Wezareta Pêşmerge ne, lê hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê. Her wiha di daxuyaniyên çavkaniyên HPG’ê de hate destnîşankirin ku hêzên ku bi leşkerên girêdayî leşkerên tirk re tevdigerin, hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê ne.   NÎQAŞÊN PÊŞMERGEYAN    Di heman demê de ji aliyê hêzên pêşmerge û derdorên siyasî ve daxuyanî hatin dayîn ku ti têkiliya hêzên taybet ên PDK'ê bi pêşmergeyan re nîne. Li hember daxuyaniyên ku hêzên navborî girêdayî PDK’ê ne, car caran bertek dihatin nîşandan, hin navên PDK’ê jî digotin ku hêzên navborî ne girêdayî PDK’ê ne û tê gotin ev hêzên taybet girêdayî malbata Barzanî ne.    HÊZÊN LEŞKERÎ YÊN KÊ HENE?   Ji bo zelalkirina vê mijara tevlihev me hêzên ku li Herêma Kurdistanê bi navê Pêşmerge tên binavkirin, berhev kirin. Hema bêje her partiyeke siyasî ya li Herêmê hêzên xwe yên leşkerî hene. Li Herêma Kurdistanê hêzên çekdar ên girêdayî PDK, YNK û Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê (KDSP) hene. Civaka Îslamî ya Kurdistanê (Komel) û Tevgera Îslamî (Bizutnew), Partiya Sosyalîst, Partiya Komunîst, Tevgera Goran, Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) û Tevgera Nifşê Nû xwedî hêzên leşkerî ne. Tê gotin 120 hezar pêşmerge hene. 3 hezar girêdayî PDSKê ne, 60 hezar girêdayî PDK’ê ne û 55 hezar jî girêdayî YNKê ne.    WEZARETA PÊŞMERGEYAN    Li gel ku di sala 2005’an de biryara yekkirina hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bi yekbûna rêveberiyên Hewlêr û Silêmaniyê hate dayîn, lê heta niha yekbûna hemû hêzan pêk nehatiye. Nêzîkî 50 hezar hêz di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de bûne yek. Ji xeynî hêzên di bin banê Wezaretê de tevdigerin, bi demê re li herêmê hêzên taybet hatin avakirin. Ji aliyê hemû aliyan ve hat ragihandin ku Pêşmergeyên girêdayî Wezaretê beşdarî şerê li dijî DAIŞ’ê bûne û beşdarî operasyonên Tirkiyê nebûne. Di Wezareta Pêşmergeyan de YNK serwer e û ji YNK’ê Şoreş Îsmaîl Ebdullah Serokê Wezaretê ye.   PÊŞMERGEYÊN DÊRÎN    Pêşmergeyên ku bi navê Pêşmergeyên Dêrîn tên naskirin; ew pêkhateyek ji Pêşmergeyên ku di şer de birîndar bûne yan jî ji ber temenê xwe teqewît bûne pêk tê û hinek ji wan bi zorê hatine teqewîtkirin. Bi awayekî ku her çend di nava vê pêkhateya ku di nava komeleyê de ye, pêşmergeyên berê yên girêdayî YNK, PDK û PDSK'ê hebin jî, pêşmergeyên ku xwe bi tu pêkhateyên siyasî ve nabînin jî tên dîtin. Weke yekane pêkhatina ku komên ji siyasetên cihê di bin banekî de kom bibin. Pêşmergeyên Dêrîn bi helwesta xwe ya ku rasterast li dijî operasyonên Tirkiyê yên li herêmê disekinin û her wiha dijderketina şerê navxweyî yê kurdan tê naskirin.   HÊZÊN GIRÊDAYÎ YNK’Ê    Li gorî daneyên sala 2015’an li herêmê 56 hezar hêzên pêşmerge yên girêdayî YNK’ê hene, hêzeke bi navê “Yekîneyên Amade” ji 10 hezar kesî ku girêdayî YNK’ê ye lê girêdayî Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ye, heye.   LEŞKERÊN GULAN Û HÊZÊN ZÊREVANΠ   Hêzên çekdar ên bi navê Leşkerên Gulan ên girêdayî PDK’ê li herêmê di nava du komên cuda de ne. Hêzeke taybet bi navê Hêza Zêrevanî heye, beşek ji wan ser bi Pêşmergeyên Gulan in, hinek jî weke hêzeke leşkerî ya asayî tên pênasekirin. Hin hêzên Leşkerên Gulan ên ser bi PDK’ê ve girêdayî Wezareta Pêşmerge ne, Hêzên Zêrevanî ji Wezareta Pêşmerge serbixwe tevdiger e.    Hêzên navborî girêdayî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku kurê Mesûd Barzanî ne, ku bi Serokomarê Tirk Tayyîp Erdogan û Misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anîbû. Rojek beriya operasyonê hatibû Tirkiyeyê. Tê zanîn ku Hêzên Zêrevanî perwerdeya xwe ya yekem ji Hêzên Taybet ên leşkerên tirk wergirtin e. Hêzên Zêrevanî ku berê weke hêzên taybet ên girêdayî PDK'ê dihatin naskirin ku bi leşkerên Tirkiyeyê re tevdigeriyan, îro dîsa di navenda nîqaşan de ne.   Hate diyarkirin ku hêzên navborî ku tê gotin di operasyonên Tirkiyeyê yên li herêmê de rola wan a pêşeng heye, li herêmên ku lê bi cih bûne bi artêşa Tirkiyeyê re tevdigerin. Her wiha tê diyarkirin ku leşkerên Tirkiyeyê bi cil û bergên Hêzên Zêrevanî re tevî van hêzan xebatên xwe yên îstixbaratê didomînin.   EZÎZ WEYSÎ   Hêzên Zêrevanî yên bi leşkerên Tirkiyeyê re tevdigerin, weke rêxistineke "tevegera taybet” tên dîtin. Bi awayekî fermî serokatiya wan Siyar Barzanî dike ku ew jî ji malbata Barzanî ye û fermandeyê wan jî Ezîz Weysî ye. Ezîz Weysî ku xizmê malbata Barzanî ye di sala 1989'an de ji ber şerê di navbera PDK û YNK'ê de tevlî nava refên PKK'ê bû û li Heftanîn û Zagrosê jî fermandariya gerîlayan kir. Ji ber pratîka salên 90’î ya Ezîz Weysî, PKK’ê derbarê wî de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di sala 1996'an de reviya û xwe li PDK'ê girt. Di demekî kin de wî tînin serê hêzên Zêrevanî yên ku ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hatiye avakirin.   PÊŞMERGEYÊN ROJ    Hêzeke din a ku di navenda nîqaşan de ye û tê gotin ku wê li gel leşkerên Tirkiyeyê tevdigere, hêza kontra ya bi navê Pêşmergeyên Roj e. Di sala 2012’an de bi pêşengiya ENKS’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî DAIŞ’ê û rejîma Sûriyê di salên destpêkê yên şerê navxweyî yê Sûriyê de hat avakirin. Peşmergeyên Roj ji ber ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerê li dijî DAIŞ'ê dewam dike bi Tirkiye û komên girêdayî Tirkiyeyê re tevdigerin tên rexnekirin. Pêşmergeyên Roj ên ku bi hêceta li dijî destkeftiyên kurdan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevgeriyane ji herêmê hatin derxistin, li herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê cih digirin.   Pêşmergeyên Roj ku tê îdiakirin ku demekê li Lîbyayê wek hêzeke leşkerî li kêleka Tirkiyê bûn, wek hêzeke leşkerî ya ku di şerê li dijî PKKê di Operasyona Garê û Zînî Wertê de derketiye pêş, tê naskirin. Dema ku ev îdia hatin rojevê, fermandarên Pêşmergeyên Roj ev yek her çiqas red kirin jî lê îro careke din tê gotin ji bo eniyên şerê Tirkiyeyê li dijî Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin, ji bo li dijî PKK’ê şer bikin birine eniya şer. Gelo Pêşmergeyên Roj bi Wezareta Pêşmerge ve girêdayî ne an na?    MA / Ahmet Kanbal