Hevserokê ÎHD’a Colemêrgê: Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan 2022-04-28 09:05:20 COLEMÊRG - Hevserokê ÎHD’a Colemêrgê Yûsûf Çobanoglu bal kişand ser binpêkirinên mafê girtiyan û got: “Girtîgeh êdî ji girtîgehbûnê derketine û veguherîne îşkencexaneyê.”  Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Colemêrgê Yûsûf Çobanoglu bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan.    Çobanoglu bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û got: “Tecrîda li ser birêz Ocalan gelek giran e û veguheriye sûcê li dijî mirovahiyê. Ne mimkin e ku parêzvanên mafê mirovan vê tecrîda girankirî qebûl bikin. Tecrîda Ocalan bi destê îktidarê pêk tê. Awayên tecrîdê li gorî polîtîkayên îktidarê diguhere. Li gorî hiqûqa netewî û navnetewî pergalek wiha nayê qebûlkirin. Tecrîda li ser birêz Ocalan li dijî hiqûqê û mafê mirovan e. Pêwîste êdî pergala tecrîdê bê rakirin.”    GIRTÎGEH VEGUHERÎNE ÎŞKENCEXANEYÊ    Çobanoglu diyar kir ku Wezareta Dadê di mijara girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan de tu berpirsiyariyek xwe nayine cih û wiha got: “Heta ku girtiyek nexweş bimire, li bendê disekinin. Dikeve sekratê hê berdidin. Mixabin mirina girtiyan a demên dawî jî ji ber vê yekê pêk tê. Li gelek girtîgehan îşkence li girtiyan tê kirin. Girtîgeha Sîlîvriyê, Girtîgeha Panosê û li gelek girtîgehên din îşkence li girtiyan tê kirin. Êdî girtîgeh ji girtîgehbûna xwe derketine veguherîne îşkencexaneyê. Mafê mirovan û hiqûq temamî xitimî ye. Li gorî polîtîkayên îktîdara siyasî li girtîgehan polîtîka tên birêvebirin. Em li dijî van binpêkirin û îşkenceyan jî têkoşîna xwe didomînin. Her wiha bêdengiya raya giştî ya ji bo girtiyên nexweş jî cihê rexnekirinê ye. Mirinên diqewimin jî ser wan bi zanebûn tên girtin. Saziyên Tiba Edlî bi biryarên siyasî raporên girtî dikarin di hepsê de bimînin didin û adeta girtiyan dişîne mirinê. Li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê nobedên edaletê yên malbatên girtiyan didomin û em li ba wan in û em ê mafê wan biparêzin.”    MA / Mehmet Şah Orûç