ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-28 09:00:03 * Di operasyonên ku Tirkiye bi hevkariya PDK’ê li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêma Federal a Kurdistanê pêk tîne, gelek hêzên taybet hene. Ev hêzên ku ne pêşmerge ne û li Herêma Kurdistanê ne kî ne, bi kê ve girêdayî ne, di çi karî de tên bikaranîn û di operasyona dawî de çi wezîfeyê dane wan?  * Sirgûnên li Girtîgeha Amedê berdewam dikin. Bavê girtî Sezayî Memîş, Halîl Memîş diyar kir ku kurê wî hefteyek bere sirgûnî Girtîgeha Tekîrdagê hatiye kirin û ji wê rojê ve tu agahiyan jê nagirin.    * Dayikên Aştiyê bertek nîşanî şerê Tirkiyeyê ku bi hevkariya PDK'ê daye destpêkirin dan û gotin: "Barzanî dê çawa li çavên dayikan binêre?"   *  Hevserokê ÎHD’a Colemêrgê Yusuf Çobanoglu bal kişand ser binpêkirinên mafê girtiyan û got: “Girtîgeh êdî ji girtîgehbûnê derketine û veguherîne îşkencexaneyê.”    * Parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku çavkaniya bêhiqûqiyê AKP ye û divê raya giştî ya demokratîk xwedî li girtiyan derkeve û bibe dengê girtiyan.    * Onur Gencer ê ku Denîz Poyraz qetil kir dê di danişîna sêyemîn de bi 300 pirsan ve bê lêpirsînkirin. Dîsa kesên ku wek gumanbar îfadeya wan tê xwestin dê di vê danişînê de wê bi navê xwediyê agahiyan îfade bidin.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 416’emîn de berdewam dike.    * Danişînên doza li dijî fesixkirina Peymana Stenbolê hatine vekirin wê li Şûraya Dewletê werin dîtin. Beriya danişînê wê li pêş şûrayê daxuyanî bê dayîn. (08.30)   * 12’emîn danîşîna Doza Kobanê wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, wê li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftanê li dar bixe. (11.00) ZINDΠ   * Rêxistina HDP'ê ya Wanê dê li pêşiya Navenda Kargeha Artosê têkildarî êrişa ku Tirkiyeyê bi hevkariya PDK'ê li dijî Herêma Federal a Kurdistanê daye destpêkirin daxuyanî bide.  (12.00) CANLI   * Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin li Amed, Wan û Îzmîrê dane destpêkirin, berdewam dikin. (12.00-16.00)   * Di serî de Stenbol û Îzmîr wê li gelek bajaran têkildarî 1’ê Gulanê daxuyanî bên dayîn. (12.30-19.00)   * Hewldana Edaletê ya Ji bo Roboskê wê di 124’emîn meha komkujiyê de li pêş Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.30)