Li Silopiya bekçiyek li mala xwe mirî hat dîtin 2022-04-27 22:32:49   ŞIRNEX - Li navçeya Silopiya bekçiyê bi navê Nusret Ugur Akdeniz li mala xwe mirî hat dîtin.    Li navçeya Silopiya ya Şirnexê bekçiyê bi navê Nusret Ugur Akdeniz li mala xwe mirî hat dîtin. Akdeniz ji Xarpêtê ye û li Silopiya wezîfeyê dike. Bekçiyê ku li mala xwe ya li taxa Dîcleyê mirî hat dîtin, hat diyarkirin ku gule ji serê xwe xwariye. Cenazeyê wî ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneya Şirnexê.