Malbatên girtiyan serdana CHP’ê kirin 2022-04-27 17:10:26   STENBOL - Malbatên girtiyan ên Nobeta xwe ya Edaletê didomînin û MATUHAY-DER’ê têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin serdana Seroka CHP’a Stenbolê Canan Kaftancioglû kirin.    Şandeya ji malbatên girtiyan ên li Stenbolê Nobeta xwe ya Edaletê didomînin û Hevserokê Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) Nesîm Ozkan pêk hat, têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan serdana Seroka CHP’a Stenbolê Canan Kaftancioglû kirin.    Malbatên girtiyan û rêveberên komeleyê di serdanê de bal kişandin ser bêhiqûqî, îşkence û zextên li zindanan diqewimin û rewşa girtiyên nexweş. Şandeyê di heman demê de diyar kir ku Tirkiye derketiye derveyî hişmendiya dewleta civakî û hiqûqê û destnîşan kir ku ji ber vê yekê binpêkirinên mafan zêde dibin û têkoşîna bi hev re destnîşan kirin.    Kaftancioglû jî bi lêv kir ku li Tirkiyeyê edalet nemaye, ji ber vê yekê rewşên bihiqûqî diqewimin û îşaretî normên hiqûqa gerdûnî kir.