Qismekî doza Kişanak û Tuncel bi Doza Kobanê re kirin yek 2022-04-27 16:54:29   AMED - Qismekî doza ku Hevşaredara DBB’ê ya berê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel tê de dihatin darizandin, bi Doza Kobanê re kirin yek.    Derheqê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê (DBB) ya berê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Qismekî vê dozê bi Doza Kobanê re kirin yek.    Di dozê de ji bo Tuncel 15 sal û ji bo Kişanak jî 14 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn. Ev ceza, di sala 2019’an de ji hêla Dadgeha Dadî ya Herêmî ya Dîlokê ve hatibû xerakirin. Piştre jî dosyaya Tuncel û Kişanak li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hatibû dîtin. Ev doza behsa xeberê û Doza Kobanê ku li 22’yemîn Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin, kirin yek dosya.    Biryara yekkirina dosyayê ji hêla 5’emîn dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê ve hate dayîn. 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê jî diyar kir ku têkiliya sûcdariya “endamtiya rêxistinê” bi Doza Kobanê re heye lê ya sûcdariya “propagandaya rêxistinê” bi Doza Kobanê re nîne. Dadgehê, bi sedema ku dê dosyayê tevlihev bike û rê li ber dirêjkirina pêvajoya darizandinê veke, qebûl nekir ku ev dosya bi Doza Kobanê re bibe yek.    Ji ber lihevnekirina di navbera dadgehan de, dosya ji Dadgeha Bilind re hate şandin. 5’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind jî diyar kir ku di navbera sûcdariya “endamtiya rêxistinê” ya dosyaya li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê tê dîtin û Doza Kobanê ya li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin de têkiliyeke hiqûqî heye lewma qebûl kir ku ev dosya bi Doza Kobanê re bibe yek dosya. Ji bo sûcdariya “propagandaya rêxistinê” jî Dadgeha Bilind got tu eleqeya vê dosyayê bi Doza Kobanê re nîne lewma jî qebûl nekir ku dosyaya bi vê tewanê bi Doza Kobanê re were yekkirin.    Piştî biryarê, dosya ji 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê re hate şandin.    5’emîn Dadgeha Cezayên Giran jî da zanîn ku danişîna doza ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” were dîtin, dê di 3’yê hezîranê de pêk bê.