Nobeta Edaletê: Zilm gihişt asta herî jor 2022-04-27 16:29:57   ÎZMÎR - Malbatên girtiyan ên Nobeta xwe ya Edaletê didomînin, bi lêv kirin ku bi biryara Doza Geziyê bêedaletî û zilm gihişt asta herî jor.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin, di roja 54’emîn de berdewam dike. Malbatên girtiyan çalakiya xwe ya îro li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê pêk anîn. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê û rêveberên partiyên yên Navçeya Bûcayê serdana malbatan kirin.    ‘ZILM GIHIŞT ASTA HERÎ JOR’   Rêveberê HDP’a Îzmîrê Cûma Kolûkisa, destnîşan kir ku girtiyên înfazên wan tên şewitandin belasebep nayên berdan û diyar kir ku girtiyên nexweş ku nikarin tena serê xwe di girtîgehê de bimînin terkî mirinê tên kirin. Kolûkisa, da zanîn ku ji girtîgehan cenaze derdikevin û wiha got: “Tirkiye qanûnên xwe bi xwe binpêdike. Hiqûqa dijminatiyê tê sepandin. Bi taybetî em vê li her derê li dijî gelê kurd dibînin .Pêkanîn dewletê li Tirkiyeyê bêqanûnî, bêedaletî û zilm gihand asta herî jor.”   Hevserokê HDP’a Bûcayê Nîhat Turk jî xwest ku her kes xwedî li nobetê derkeve û wiha axivî: “Dayik ji bo zarokên me hemûyan nobetê digirin. Ne tenê HDP, divê CHP, DEVA, Partiya Gelecek û hemû partiyên din xwedî li çalakiya dayikan derkevin. Me di biryara Doza Geziyê de dît, heke em li dijî vê bêedaletiyê dest nedin hev wê wisa berdewam bike.”   ‘EM EDALETÊ DIXWAZIN’   Yek ji welatiyan a serdana Nobeta Edaletê kir Rahîme Tûran jî wiha got: “AKP dibêje ez misilman im. Mafê dayikan li cem wan namîne. Li hemû welatan ji ciwanan û dayikan re şert tên başkirin. Lê li ciwanên me girtin û mirin tê ferzkirin. Em edaletê dixwazin.”