Parêzerên malbata Şenyaşar, ji dozgeriyê hin belgeyên ku ne ‘veşartîne’ xwestin 2022-04-27 16:13:39   RIHA - Parêzerên malbata Şenyaşar, piştî ku derket holê ku parêzerên malbata Yildiz xwe gihandine  hin belgeyên di dosyaya lêpirsînê de hêj “veşartî” ne, ji dozgeriyê belgeyên ku ne di çarçoveya “veşartinê” de ne xwestin.    Di 14'ê hezîrana 2018'an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, dema xebatên hilbijartinê li navçeya Pirsûs a Rihayê êriş biribûn ser dikana malbata Şenyaşar û di êrişên Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê de berdewam kirin de 3 ferdên malbatê qetilkiribûn. Piştî 4 salan têkildarî kuştina 3 ferdên malbatê 10 gumanbar hatibûn binçavkirin. Kekê parlamenterê AKP’î Celal Yildiz û Mekaîl Yildiz, Îbrahîm Halîl Şîmşek û Muslum Yildiz hatin girtin. Di danişîna li 4’emîn Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Rihayê de hatibû dîtin, di parastinên gumanbaran de derketibû holê ku tevî di dosyayê de biryara “veşartî” heye jî gumanbaran xwe gihandine hin raporên pisporan, îfadeyên şahidan û hin agahî û belgeyan.    SERÎ LI DOZGERIYÊ DAN   Parêzerên malbata Şenyaşar, têkildarî komkujiya li nexweşxaneyê hatiye kirin di çarçoveya dosyaya “veşartî” de serî li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê dan. Parêzeran, piştî derket holê ku parêzerên malbata Yildiz xwe gihandine hin belgeyên di dosyaya lêpirsînê de hêj “veşartî” ne, ji dozgeriyê belgeyên ku ne di çarçoveya “veşartinê” de ne xwestin.    WÊ CIVÎNA ÇAPEMENIYÊ LI DAR BIXIN   Li aliyê din parêzerên malbatê wê têkildarî doza malbata Şenyaşar û geşedanên têkildar di rojên pêş de civîna çapemeniyê li dar bixin û rayagiştî agahdar bikin.