Aldar Xelîl: Em êrişên li dijî Şengalê ji nêz ve dişopînin 2022-04-27 11:19:01   RIHA - Endamê Desteya Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl bal kişand ser êrişên Şengalê yên artêşa Iraqê û diyar kir ku êrişan weke dorpêça li ser Rojava dibînin û hewldanên Iraqê ji nêz ve dişopînin.    Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, di demeke ku Tirkiye bi hevkariya PDK'ê li ser Başûrê Kurdistanê û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê êrişên dijwar pêk tîne de li ser liv û tevgera leşkerî ya arteşa Iraqê ya li Şengalê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re (ANHA) nirxandinên girîng kir.   Xelîl, anî ziman ku piştî dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê êrişên xwe li ser Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê aşkere kirin û destnîşan kir ku li ser gelek herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji 17’ê Nîsanê ve roj tune ku bombebaran û êriş çênebin. Xelîl, bilêv kir ku li hemberî van êrişan daxûyaniyên gelek rayedarên Iraqê çêbûn, helwestên saziyên fermî yên Iraqê derketin, weke nenaskirina serweriya Iraqê hate binavkirin û diyar kirin ku qebûl nakin.   ‘EM REWŞÊ JI NEZ VE DIŞOPÎNIN’   Aldar Xelîl tevî van helwestan jî di vê demê de êrişên arteşa Iraqê yên li ser Şengalê balkeş dîtin û wiha got: “Di demeke ku dagirkeriya Tirkiyê bi hevkariya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê êrişeke bi vî rengî dimeşîne de, tevî ku li Iraqê serokomar û hikumet nehatiye hilbijartin, di vê valatiyê de Kazimî tevgerek da çêkirin û berê arteşê da Şengalê. Em vê rewşê dişopînin û dixwazin nas bikin, ev çi mesele ye. Cihê ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û xiyaneta PDK’ê helwest deynin, ew jî di vê demê de êrişî Şengalê dikin. Jixwe berê li Şengalê 74 ferman çêbûne. Gelo dixwazin fermaneke din li ser van fermanan zêde bikin. Gelo bersiva ku bidin dagirkeriya Tirkiyê ku êrişî welatê wan dike dê bi vî rengî be. Di demeke wisa de êrişbirina ser hêzeke ku gelê Şengalê li dijî fermanê parastine û hiştine ku gel bi ewlehî vegere cihê xwe çiqasî rast e? Di demeke wisa de êrişeke bi vî rengî wê çiqasî bikeve xizmeta Iraqê?”   ‘EM VÊ YEKÊ WEKE DORPÊÇEKE LI SER ROJAVA DIBÎNIN’   Aldar Xelîl her wiha bi van gotinan metirsî û xeteriyên ku ev rewş derdixe holê anîn ziman: “Em di wê baweriyê de ne ku ev êrişên arteşa Iraqê ku li ser Şengalê pêk tên hem xeteriya dubarekirina fermanan li ser gelê Şengalê, hem jî metirsiyan li ser gelê Rojava çêdike. Em jî weke gelê Rojava vê meselê bi metirsî dişopînin. Di vê demê de hem dagirkeriya Tirkiyê aliyekî ve êrişî Bakûrê Sûriyê dike û hem PDK’ê li gel dagirkeriya Tirkiyê êriş û dorpêçan pêş dixe; dema ku arteşa Iraqê jî aliyekî ve ev êriş pêş xistin em jî vê weke dorpêçeke li ser Rojava dibînin û neçar in hesabê xwe bikin û hinek tedbîran bigrin. Hê jî em dixwazin vê rewşê fêm bikin, hêvî û bendewariya me ji hikumeta Iraqê ne bi vî rengî ye. Divê hikumeta Iraqê ji bo parastina welatê xwe seferber bibe; cihê hêzên xwe dişîne Şengalê divê berê wan bida herêmên ku dewleta tirk dagir kirine. Divê ji dewleta tirk re bibêje ‘êdî bes e.’ Cihê ku vê bike berê artêşa xwe dayîna Şengalê cihê gûmanan e û metirsiyan li ser gelê me yê Rojava jî çêdike. Dê ev yek li herêmê bibe sedema gelek tevlîheviyan.”   ‘KAZIMÎ DIXWAZE PEYAMEKÊ BIDE’   Aldar Xelîl, bi van gotinan bal kişand ser îtîfaq û dorpêça li ser Kurdistanê û bi bangawaziya hûkimeta Iraqê re dawî li axaftinên xwe anî: “Beriya vê di navbera Şengal û Rojava de dîwar hate lêkirin. Niha jî hêza xwe li Şengalê kom dikin û hewldana kesayetekî nêzikî PDK’ê ku li Şengalê erkdar bikin, heye. Jixwe tirk li her cihê Rojava dorpêç dikin. Gelo hûkimeta Kazimî jî dixwaze di vê dorpêçe de roleke mezintir bilîze, dixwazin peyamekê bidin tirkan, gelo bi dagirkeriya Tirkiyê û PDK’ê re tifaqek çêkirine? Mesele çi ye, em nizanin. Mijareke balkêş e, cihê nirxandinê ye, li ser sekinandinek pêwîst dike. Ji ber vê divê hikumeta Iraqê, bi taybetî jî gelê Iraqê van mijaran hemûyan li ber çavan derbas bikin.”