ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-27 09:00:23 * Cerdevanên ji bajaroka Gundikêmelê, bertek nîşanî cerdevanên ku tevlî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî herêmên Zap, Metîn û Avaşînê dibin dan û ev bang li wan kirin: "Li dijî birayê xwe çek ranekin."   * Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz operasyona ku artêşa tirk bi hevkariya PDK’ê li başûrê Kurdistanê daye destpêkirin nirxand. Aydenîz, hevkariya PDK’ê weke “îxanet” pênase kir û wiha got: “PDK bi helwesta xwe zirarê dide yekitiya neteweyî ya gelê kurd.”    * Jinên pêkhateya Platforma Jinan a Rihayê ku bûn mêvanên Sifreya Edaletê ya malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê danî, peyama “Bila qêrîna Emîne Şenyaşar a edaletê bê bihîstin, di zûtirîn demê de daxwazên malbatê bên guhdarkirin û kesên di komkujiyê de cih girtine bên cezakirin” dan.    * Dayik û bavê Denîz Poyraz ku ji aliyê kujer Onûr Gencer ve li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat kuştin, ji bo 3'emîn danişîna doza ku wê kujer Gencer di 29'ê nîsanê de bê darizandin banga piştgiriyê kirin û ev tişt gotin: "Herkesê xwedî wijdan divê bê danişînê."   * Akademîsyen Fatma Bostan Unsal, xwest ku demildest Aysel Tûglûk bê berdan û diyar kir ku neberdana Tûglûk û dirêjkirina dema girtina wê tê wateya pêkanîna cezayê darvekirinê yê belavî demê hatiye kirin.    * Li gundên Ank, Tishê û Tatayn ên bi ser navçeya Xelfetiyê ve ji ber kanalizasyona servekirî bêhna genî dide derdorê û xelkê gundan ji ber bêhnê bêzar bûne û 13 sal in li çareya vê pirsgirêkê digerin.    * Koçerên çûne Qerejdaxê dibêjin ku ji ber nebarîna baranê xêrûbera giya û salê kêm e û ev yek dibe sedema ku şîr û penêr hindik be û ji ber hişkesaliyê ew ê zû ji herêmê bar bikin.    * Rêvas ku li çiyayên bilind şîn dibe û weke “Mûza Kurdan” tê zanîn hem bi tama xwe hem jî ji ber sûda ji tenduristiyê re gelek balê dikişine ser xwe. Li aliyê din bihayê wê yê îsal jî gelek zêde ye.    * Nebatên ji hev cuda ku li çiyayên bilind ên navçeya Geverê şîn dibin, li tezgahan cihê xwe girtin.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 415’an de berdewam dike.    * KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û TDB wê têkildarî 1’ê Gulanê li Odeya Avahîsazan a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin wê bi tev li bûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li pêş ATK’ya Amedê were lidarxistin. Çalakiyên Nobeta Edaletê li Wan û Îzmîrê jî didome. (12.30-16.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê wê “Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Herêma Marmarayê” li avahiya komeleya xwe aşkere bike. (13.00)   * Platforma Jinan a Mêrsînê wê têkildarî Peymana Stenbolê li pêş Pozcû Platînê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (19.00)