Malbatên girtiyan serdana EMEP’ê kirin 2022-04-26 20:49:53   STENBOL - Malbatên girtiyan ên Nobeta Edaletê didomînin serdana EMEP’ê kirin. Di serdanê de piştevanî hate destnîşan kirin. Malbatên li Stenbolê ji bo girtiyan Nobeta xwe ya Edaletê didomînin û rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) serdana Partiya Kedê (EMEP) kirin. Di serdanê de Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz, endamê GYK’ê Levent Tuzel û Seroka EMEP’ê ya Stenbolê Sema Barbaros malbatên girtiyan pêşwazî kirin. Malbatên girtiyan di serdanê de bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş. Malbatên ku rapora têkildarî tiştên li girtîgehan diqewim jî pêşkeşî şandeya EMEP’ê kir, têkildarî rewşa xizmên xwe jî agahî dan. Malbatên girtiyan bi lêv kirin ku pêvajoya siyasî ya li welat bandorê li girtîgehan jî dike. Malbatên girtiyan vegotin ku ji bo binpêkirinan di rojeva rayagiştî de bihêlin û hestiyariyê zêde bikin serdanên partiyên siyasî dikin û banga piştevaniyê kirin. ‘EM Ê BIKIN ROJEV’ Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz jî diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji nêz ve dişopînin û destnîşan kir ku li dijî binpêkirinên mafan ên her ku diçin zêde dibin û pêkanînên keyfî divê sererastkirinên qanûnî bên kirin. Akdenîz, bi lêv kir ku girtiyên siyasî bi polîtîkayên tolhildanê re rûbirû dimînin. Akdenîz, bal kişand ser pêkanînên keyfî yên darazê û got: “Du lingên edaletê hene. Yek edliye yek jî girtîgeh. Li wir pergalek heye. Edalet tune ye. Ev têgeh ji binî ve hilweşiya. Weke partî em ê cînayetên li girtîgehan bêxin rojeva xwe.”