Derbarê Omer Ocalan de lêpirsîn hate destpêkirin 2022-04-26 20:24:57   ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan de ji ber axaftina wî ya di bernameyeke televizyonekê de lêpirsîn da destpêkirin.   Buroya Lêpirsîna Sûcên Parlamenteran a Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Omer Ocalan de ji ber axaftina wî ya di bernameyeke televizyonekê de di cih de lêpirsîn da destpêkirin. Hate diyarkirin ku lêpirsîn di çarçoveya xala 301’emîn a Qanûna Ceza ya Tirk ji ber sûcê “Heqareta li neteweya tirk, dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên dewletê” tê birêvebirin.