Li Herêma Kurdistanê 3 eskerên din hatin kuştin 2022-04-26 19:24:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku di êrişên wan ên ser Herêma Kurdistanê de 3 eskerên din jî hatine kuştin. Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişên wan ên li dijî Herêm Kurdistana Federe dane destpêkirin de 3 eskerên din jî jiyana xwe ji dest dane. Wezaretê di daxuyaniyê de diyar kir ku navên eskerên hatine kuştin wiha ne: Firat Canli, Dogûkan Korkmaz û Yûnûs Kalkan.