415 kesan ji bo azadiya Ocalan danezanek weşand 2022-04-26 16:24:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Kurdistana Federe, 415 kesên ku akademisyen, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, parlamenter, rojnamevan û aktîvîst jî di nav de ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan danezanek hevpar weşandin.    Li Herêma Kurdistana Federe, 415 kesên ku akademisyen, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, parlamenter, rojnamevan û aktîvîst jî di nav de, di çarçoveya kampanyaya îmzeyê ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan dihat meşandin de danezanek hevpar weşandin. Li Başûrê Kurdistanê heta niha partî û aliyên siyasî jî di nav de, bi sedan siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevan, mamosta û şêniyên herêmê tevlî kampanyayên îmzeyan bûne.   Di daxuyaniyê de bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û wiha hat gotin: “Birêz Abdûllah Ocalan wek kesayetek aqilmend û têkoşerê azadiya gelê me, ev 24 sal in di encama komployek navnetewî de di Girtîgeha Îmraliyê de, di bin tecrîdek giran de dîl tê girtin. Rêber Ocalan ji bo maf û zadiya gelê xwe û gelên Rojhilata Navîn têdikoşe, her wiha rêbertî ji tevgera azadîxwaz re dike. Di heman demê de jî di warê fikrî, siyasî û civakî de xwediyê bi dehan pirtûkane.”   Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Ji ber birêz Ocalan di fikirîna jiyan û tekoşînê de xwedî rêbaz û fikrek azadîxwaze, li dijî siyaseta dagirkeriyê ye, ji bona wê bi tevlibûna gelek dewletan ew bi komployekê hat girtin û radestî dewleta tirk hat kirin.   AZADIYA OCALAN KILÎTA ÇARESERIYA DOZA GELÊ KURD E   Wek rewşenbîrên kurd diyar dikin ku doza birêz Abdûllah Ocalan ne dozek şexsî ye, doza wî dozek rewa ya gelê kurd e. Heta doza gelê kurd bi rêya aştî û demokrasiyê çareser nebe, wê bi tu awayî aştî û aramî li Tirkiye, Kurdistan û tevahî Rojhilata Navîn çênebe. Ji bo wê niha azadiya birêz Ocalan bûye kilîta çareseriya doza gelê kurd, çêbûna aştî, aramî û jiyana bi hev re ya demokratîk a gelên herêmê ye.”   ‘DIVÊ BIRÊZ OCALAN DEMILDEST AZAD BIBE’   Di dawiya daxuyaniyê de jî wiha hat gotin: “Dewleta tirk û dewletên di komploya navdewletî ya dîl girtina birêz Ocalan de beşdarbûn, çawan ji jiyan û tendirûstiya birêz Ocalan berpirsin, bi heman awayî berpirsên azadiya wî ne jî. Bi vê armancê em daxwaz dikin, demildest birêz Ocalan bigihe azadiya xwe ya fîzîkî.”