Nobeta Edaletê: Ne hiqûq û ne jî edalet li dora AKP’ê nema ye 2022-04-26 15:58:42   AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydenîz di Nobeta Edaletê de diyar kir ku ne hiqûq û ne jî edalet li dora AKP’ê nema ye û wiha got: “Heta ku hemû girtiyên nexweş têne berdan em ê piştgiriyê bidin Nobeta Edaletê.”    Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Malbatên girtiyan çalakiya îro li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê berdewam kir. Di çalakiyê de li gel malbatên girtiyan her wiha endamên Malbatên Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê yên bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Hevserokên Partiya Herêmên Demokratik (DBP) ên Amedê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û rêxistina bajêr, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dêrsim Dag û rêxistinên bajêr û navçeyên wê, Dayikên Aştiyê, Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker, Hevseroka OHD'a Amedê Ozum Vurgun û endamên komele û rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî nobedê bûn.    Di daxuyaniyê de yek ji xizmên girtiyan Reşahat Ada axivî û bal kişand ser meha Remezanê û mebesta ji Nobeta Edaletê. Ada, diyar kir ku zarokên wan di di girtîgehan de di bin zilm û zoriyê de ne û wiha got: “Her roj rastî tundî û îşkenceyê tên. Înfazên girtiyên ku ev 20-30 sal in di girtîgehê de ne tên şewitandin. Bila rayedar dengê me bibihîsin û darbestên bixwîn ji gîrtîgehan dernekevin.”    'ME BI TENÊ NEHÊLIN'   Ji xizmên girtiyan Încî Guler jî banga piştevaniyê li hemû kesî kir û wiha domand: “Bila dengê me were bihîstin û me bi tenê nehêlin. Ger sepana kontrola edlî bikeve meriyetê, hem girtiyên nexweş dê derfetê bibînin ku werin dermankirin û hem jî dê di cejnê de malbatên xwe bibînin.” Piştî Guler, Nazîme Boltan axivî, bertek nîşanî Wezareta Edaletê da û bang li hemû rayedaran kir ku edaletê bi cih bînin.   ‘DAXWAZÊN WAN DAXWAZÊN ME NE’   Di daxuyaniyê de Hevseroka DBP'ê Saliha Aydenîz jî diyar kir ku kesên daxwaza azadî, wekhevî û aştiyê dikirin hatine girtin. Aydenîz, bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan û axaftina xwe wiha qedand: “Nobeta Edaletê ya ku dest pê kiriye hem hiqûqî ye hem jî exlaqî ye. Daxwazên girtiyan, di heman demê de daxwazên me jî ne. Lê ne exlaq, ne hiqûq û ne jî edalet li dora vê îqtîdarê ma ye. Li girtîgehan sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin. Heta ku daxwazên malbatan pêk tên û di şexsê Aysel Tugluk de hemû girtî tên berdan em ê piştgirî û alîkariyê bidin Nobeta Edaletê.”   Daxuyanî bi dirûşmên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.