Emîne Şenyaşar: Dixwazim êdî şîna xwe bigirim 2022-04-26 13:18:42 RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 414’an de berdewam kir û malbatê ev peyam da: “Dixwazim bi kurê xwe yê ku ev 4 sal in di hucreyê de tê ragirtin re biçim mala xwe û êdî şîna xwe bigirim.”    Xizm û parastvanên parlamentere AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo girtin û darizandina kujeran, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 414’an de berdewam kir. Malbat, di saetên sere sibehê de ji Pirsûsê hatin ber deriye Edliyeya Rihayê.    Emîne û Ferît Şenyaşar li ser derenceyên edliyeyê rûniştin û ji welatî û parêzerên rêya wan ketiye edliyeyê re qala sedema Nobeta Edaletê dikin.    Têkildarî mijarê malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî hesabên Wezareta Edaletê û Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag etîket kirin û ev peyam parve kir: “Dayika Emîne: Derheqê doza me de gavekî hiqûqî hate avêtin. Hem dewletê û hem jî hikûmetê qebûl kir ku zarokên me bi neheqî hatine kuştin. Hevjîn û 2 zarokên min qetil kirin. Ez dixwazim bi kurê xwe yê ku ev 4 sal in di hucreyê de tê ragirtin re biçim mala xwe û şîna xwe bigirim.”