Tevî biryara DMME’yê jî dê doza Uca bidome 2022-04-26 12:11:39   AMED - DMME’yê ji bo rakirina parêzbendiya parlamenterên HDP’ê biryara binpêkirinê dabû. Lê tevî vê biryarê jî daxwaza betalkirina doza derheqê Uca de hate redkirin.    Bi sedema ku parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca di navbera salên 2015-2016’an de beşdarî civîn û daxuyaniyan bûye, derheqê wê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê îro jî berdewam kir. Danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Uca beşdarî danişînê nebû lê parêzerê wê Serdar Çelebî di danişînê de amade bû.    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber guherîna demkî ya di Qanûna Bingehîn de, ji bo rakirina parêzbendiya parlamenterên HDP’ê biryara binpêkirinê dabû. Parêzerên Uca jî biryara DMME’yê nîşanî dadgehê dan û xwestin ku doz were betalkirin. Lê belê weke danişînên din, di vê danişînê de jî daxwaza parêzeran hate redkirin. Şandeya dadgehê da zanîn ku Wezareta Edaletê wergêra biryara DMME’yê ji wan re neşandiye.    Parêzer Çelebî dîsa xwest ku doz were betalkirin û wiha got: “Em daxwazên xwe yên nivîskî û devkî dîsa dubare dikin. Bi biryara DMME’yê re em dixwazin ku ev doz êdî were betalkirin. Şertê teqîbatê nehatiye bicihanîn.”    Şandeya dadgehê biryar da ku xwe li benda encama lêpirsîna 2019/47619 a Serdozgeriya Komarê ya Amedê bigirin û aqûbeta wê were pirsîn.    Her wiha şandeya dadgehê da zanîn ku têkildarî şertê darizandinê yê daxwaza betalkirina dozê, heta niha DMME’yê biryareke raste rast nedaye û îdia kir ku wan biryar binpê nekirine. Her wiha destnîşan kir ku qanûneke van şertan li holê rake tune ye lewma jî biryara redê da ne.   Danişîna dozê taloqî 11’ê cotmehê hate kirin.