Girtiyê ku perçeyê şarapnelê di serê wî de ye nayê berdan 2022-04-26 09:36:07   ÎZMÎR - Girtiyê nexweşê giran Abdûrrahman Yildirim ku di nava 26 salên girtî de neçar ma bi du şarapnelan bijî, tevî ku rapora “nikare li girtîgehê bimîne” jî nayê berdan.    Girtiyên tevî nexweşiyên xwe yên giran û rapora “nikare li girtîgehê bimîne” hene jî nayên berdan, ji girtîgehê heta nexweşxaneyê ji aliyê hemû saziyan ve rastî binpêkirinên mafan tên. Li girtîgehan her ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibin. Her wiha di demên dawî de jî îşkence, mûameleya nebaş û ber bi întîharê ve dehfdan zêde dibin. Ji destpêka sala 2022’yan ve heta niha 12 girtiyan ji ber nexweşiyên giran jiyana xwe ji dest dan. Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê û li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê bûyerên “întîharê” qewimîn. Li dijî van pêkanînên bûne sedemê bertekên mezin malbatên girtiyan li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan tên şewitandin Nobetên Edaletê dan destpêkirin.    Abdûrrahman Yildirim ê di sala 1996’an de li Dêrsimê bi awayekî birîndar hate girtin û cezayê hefsê yê muebbetê lê hate birîn, ji wê dîrokê ve bi parçeyên şarapnalê yên di serê wî de hewl dide li girtîgehê jiyana xwe bidomîne. Yildirim ê di nava 26 salan de sirgunî 6 girtîgehên cuda hate kirin, li girtîgehan de her tim li dijî îşkence û mûameleya nebaş têkoşiya.    2 MEHAN ÎŞKENCE LÊ KIRIN   Yildirim, piştî di sala 1996’an de li Dêrsimê hate girtin, birin Girtîgeha Elbîstanê û 2 mehan di hucreya yek kesî de hate girtin. Piştî ku malbata wî agahî jê girtin û serlêdan kirin, Yildirim wergirtin qawişeke normal. Yildirim ê dema hatibû girtin di serî wî de 4 perçeyên şarapnele hebûn, dû re emeliyat bû û ji serê wî 2 perçeyên şarapnele hatin derxistin. Lê bijîşkên ku perçeyên şarapnelê yên din nikarin derxînin, bi lêv kirin ku perçeyên şarapnelê nêzî zara mejî ne û rewşeke xetere derdixînin holê.    26 SAL BI SIRGUNAN DERBAS BÛN   Yildirim, di 26 salên girtîgehê de bi hincetên cuda sewqî gelek girtîgehan hate kirin. Yildirim, piştî 4 salan li Girtîgeha Elbîstanê hate ragirtin dû re sewqî Girtîgeha Konyayê hate kirin û piştî demekî li vir ma sewqî Girtîgeha Sîncanê hate kirin. Yildirim ê pişt re sirgunî Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê hate kirin ji wir jî sirgunî Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê hate kirin. Yildirim, ku ji ber perçeyên şarapnelê yên di serê wî de acizbûna wî zêde bû, ji bo were dermankirin birin Girtîgeha Sîncanê. Yildirim ê dema dibirin Sîncanê wesayîta rîngê di rê de qeza kir û demekê di nexweşxaneyê de hate dermankirin. Yildirim, herî dawî li Girtîgeha Tîpa T a Şakrana Îzmîrê tê ragirtin.    Yildirim di hevdîtinên bi malbata xwe re ji malbata xwe ragihand ku dermankirina wî tê astengkirin û dermanên ku divê her tim bikarbîne nadin wî. Yildirim ê tevî ku Nexweşxaneya Dewletê ya Enqereyê derbarê wî de rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” jî daye, neçare di hucreya yek kesî de bijî.   DAYIK YILDIRIM DI NOBETA EDALETÊ DE YE   Dayika Abdûrrahîm Yildirim, Vesîle Yildirim, Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş 53 roj in li pêş Baroya Îzmîrê dane destpêkirin didomîne. Yildirim a têkildarî rewşa kurê xwe agahî dan wiha got: “Di serê kurê min de du perçeyên şarapnelê hene û bi taybetî di demên dawî de dermanên ku kurê min bikartîne nadinê. Ji bo ku kurê min di şertên baş de were dermankirin divê bê berdan.”   ‘BILA DAYIKAN GUHDAR BIKIN’   Yildirim, bi lêv kir ku li girtîgehan bi hezaran girtî hene û da zanîn ku tevî cezayê li girtiyan hatiye birîn jî nayên berdan. Yildirim, bal kişand ku girtiyên nexweş nayên berdan û got: “Ne tenê kurê min, bi hezaran girtiyên di vê rewşê de hene. Aysel Tûglû tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nayê berdan. Ez ji vir bang li Serokkomar û Wezîrê Dadê dikim, bila destên xwe deynin ser wijdana xwe. Bila me dayikan guhdar bikin, dilê me dişewite. Nobeta Edaletê ji keyfa xwe dest pê nekir. Divê zextên li ser girtiyan bên bidawîkirin. Kurê min 26 sal in hewl dide bi vî awayî bijî. Bila çareseriyek were dîtin, rêya aştiyê were vekirin û xwîn nerije.”   MA / Delal Akyuz