Li Rihayê protestoya sergoyê 2022-04-25 16:57:13   RIHA - Şêniyên navçeya Eyyûbiye ya Rihayê ji bo protestokirina bêhna ji gilêşê ku li navenda berhevkirina gilêşan tê, rê li ber hatin û çûna wesayîtan girtin.    Şêniyên Taxa Yenîce ya navçeya Eyyûbiye ya Rihayê, ji ber ku pirsgirêka bêhna ji gilêşê li navenda berhevkirina gilêşan tê nehatiye çareserkirin, çalakî kirin. Welatiyan da zanîn ku bi germbûna hewa re bêhna ji gilêş tê zêdetir bûye û rêya hawirdorê ya Akabe TOKÎ û Kaniya Xezalan li trafîkê re girtin û agir vêxistin.