60 kesên ji HAK-PAR'ê îstîfa kirin derbasî HDP’ê bûn 2022-04-25 16:51:15 MÊRDÎN – Serokên navend û navçeyan jî di nav de 60 kesên ji HAK-PAR’ê bi sedema zext, êriş û hewldanên girtinê, ji partiya xwe îstîfa kirin û derbasî HDP’ê bûn.    Rêxistinên navend û navçeyan ên Partiya Heq û Azadiyan (HAK-PAR) ên Mêrdînê bi komî îstîfa kirin û derbasî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn. Serokê HAK-PAR’ê yê Mêrdînê Vahap Ertaş û serokên navçeyan jî di nav de bi giştî 60 kes bi torenekê derbasî HDP’ê bûn.    Di torenê de Hevserokê HDP’a Mêrdînê Salih Kuday axivî û diyar kir ku HDP partiya hemû gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê ye û wiha got: “Ev gav, ji bo gelê kurd, gavekî girîng e.” Hevseroka HDP’a Mêrdînê Perîhan Agaoglu jî di serî de êrişên li ser Herêma Federal a Kurdistanê rexne kir û ev tişt anî ziman: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê nikarin vî welatî birêve bibin. Hewl didin bedêla vê kêrnahatiya xwe bi gel bidin dayîn. Ji bo ku di sala 2023’yan de bi ser kevin, desthilatdarî bi hemû hêza xwe êrişî me dike. Her tevlibûneke nava HDP’ê, ji bo azadî, demokrasî û têkoşîna navneteweyî ya gelê kurd xwedî cihekî girîng e.”    ‘HDP PARTIYEKE ALTERNATÎF E’   Di çalakiyê de Serokê HAK-PAR’ê yê Bajêr Vahap Ertaş ku îstîfa kiribû jî axivî. Ertaş, destnîşan kir ku bi daxwaza girtina HDP’ê û civiyana 6 partiyên muxalefetê ya li dora maseyekê pirsgirêka kurd çareser nabe û wiha berdewam kir: “Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê ku dixwaze HDP’ê bigire baş bizane ku HDP tenê ji tabelayan pêk nayê. Di çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê de HDP partiyeke alternatîf e. Dê kesek nekare HDP’ê bigire.”    Piştî axaftinan jî rozet bi kesên beşdarî HDP’ê bûn ve hatin kirin. Bername bi dirûşma “Bijî yekitiya kurdan” û bi çepikan bi dawî bû.