Di Doza Kobanê de hîn bû ku şahid e: Ev îfade yên min nînin 2022-04-25 16:23:19   ENQERE - Welatiyê bi navê Hamît Yildirim ku di Doza Kobanê de weke şahid hate guhdarîkirin diyar kir ku nû hîn bûye ku di dozê de şahid e û wiha got: “Ji sedî 80’ê îfadeyan ên min nînin.”    Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ku li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn kirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. 12’emîn danişîna dozê ku 21 kes tê de girtî tên darizandin, li Eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Di danişîna dozê de ku li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin de rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê, parlamenterên HDP’ê û gelek parêzer jî amade bûn.    Siyasetmedarên ku li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin di danişînê de amade bûn û yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.   Serokê dadgehê ku îtîrazên parêzeran red kir, dest bi guhdarîkirina gilîkeran kir û Bora Semîr hate guhdarîkirin. Semîr, got ku di dema çalakiyên Kobanê de polîs bû û birîndar bûye. Semîr, xwest ku weke gilîker beşdarî dozê bibe.    Li ser îfadeyên Semîr, siyasetmedar Ayla Akat Ata mafê axaftinê girt û ev pirs kir: “Dema hûn birîndar bûyîn, gelo kesên ku hûn birîndar kirin hatin tespîtkirin û doz li wan hate vekirin an na?” Semîr, diyar kir ku doz hatiye vekirin lê ji ber ku kesên ew birîndar kiribûn rûyê wan girtî bû, nehatine tespîtkirin. Li ser vê yekê Ata ev pirs kir: “Ji ber birîndariya we gelo ceza li kesekî hatiye birîn an na?” Semîr jî got ku hinek kes hatine girtin. Ji bo pirsa Ata ya “We beriya niha qet giliyê rêveberên HDP’ê kiribû yan na” jî Semîr ev bersiv da: “Kê ez birîndar kiribim û bûyer sor kiribin, ez giliyê tevekan jî dikim. Di vê mijarê de cihêkariyê nakim.” Lê bi vekirî negot bê ka derheqê rêveberên HDP’ê de gilî kiriye yan na.    ‘TU ÇIMA BERIYA NIHA GILÎ NEKIRIBÛ?’    Piştre jî Selahattîn Demîrtaş çendek pirs ji Semîr kirin. Demîrtaş got; “Dema li Erdîşê doz didomiya de we qet îfade dan an na, we bersûc qet dîtin?” Gilîker jî got; “Rûyê bersûcan girtî bû lê min giliyê kesên piştre hatine tespîtkirin, kir.” Demîrtaş jî got; “Baş e lê we çima wê demê giliyê me nekir?” Gilîker jî got ku wê demê tiştekî wiha nebû û ji ber ku doz hatiye vekirin, niha li vir gilî dike.    Demîrtaş bi domdarî ev pirs kir: “Gelo agahiyek di destê we de heye ku me ew kesên hûn birîndar kirine sor kirine?” Li ser vê pirsê jî gilîker bersiva “Na” da. Demîrtaş vêcarê jî pirsa “Haya we çawa ji dozê bû?” ji gilîker kir. Gilîker jî got ku li ser fermanê agahiya wî ji dozê bûye. Demîrtaş bi domdarî pirsa “gelo haya te ji dosyaya doza li Erdîşê heye yan na” ji gilîker kir û wî jî ev bersiv da: “Ji hejmara dosyayê heta tiştên din, tu agahiya min ji dozê nîne.”    ‘EZ ÇIMA LI VÊ DERÊ ME?’   Piştre Hamît Yildirim weke şahid hate guhdarîkirin. Yildirim, da zanîn ku derheqê bûyerên 6-8’ê Cotmehê de tu agahiyên wî nînin û wiha got: “Ez nizanim bê ka dê niha çi bibêjim. Ez nizanim bê ka çima niha li vê derê me. Bi ser re 8 sal derbas bûne û tiştek nayê bîra min.”    ÎFADEYÊN ŞAHID NÎNIN   Piştre jî serokê dadgehê îfadeyê Yildirim ê li Midûriyeta Emniyetê ya Mûşê xwend. Lê şahid Yildirim got ku ev bûyer nayên bîra wî lewma jî nikare kesekî sûcdar bike. Piştî ku bûyer nehatin bîra Yildirim, serokê dadgehê tevahiya îfadeya wî ya li emniyetê xwend. Li ser xwendina îfadeyan jî Yildirim ev bersiv da: “Ji sedê 80’ê van îfadeyan yên min nînin. Qet nayê bîra min ku min îfadeyeke wiha da ye. Min soz da ku dê rastiyê bibêjim lê nayê bîra min. Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hevserok bûn lewma wan nas dikim.”    HAYA WÎ JÊ NÎNE KU ŞAHID E   Li ser pirsa Demîrtaş a “Haya te çawa ji vê dozê bû” jî Yildirim ev bersiv da: “Çendek roj berê ji Emniyeta Mûşê li min geriyan. Gotin dozeke te heye. Piştre gotin li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bigerin. Ez jî lê geriyam û ji min re gotin ku di vê dozê de şahid im. Ewraq an jî teblîgatek nedan min. Haya min ji vê rewşê tune bû. Li ser telefonê agahî dan min.”   MAFÊ AXAFTINÊ NEDAN PARÊZERAN   Parêzer Alî Bozan xwest ku piştî îfadeyên gilîker û şahidan mafê axaftinê bidin wan û siyasetmedaran. Bozan bertek nîşanî nedayîna mafê axaftinê da. Şandeya dadgehê jî piştî nirxandina îtîraza parêzer Bozan, biryar da ku mafê axaftinê bidin parêzer û siyasetmedaran.    Serokê dadgehê belgeyên li dosyayê hatine zêdekirin xwend. Piştî xwendina belgeyan jî bi qasî saetekê navber dan danişînê.