Li welatiyê ku strana kurdî distriya xistin û binçav kirin 2022-04-25 14:22:09   WAN - Welatiyekî ku li Wanê strana kurdî distriya ji hêla polîsan ve hate derbkirin û piştre jî hate binçavkirin.    Polîsan bi darê zorê xwestin ku welatiyekê li ser Cehdeya Nexweşxaneya Dewletê ya Berê strana kurdî distriya, têxin ber lêpirsîna GBT’ê. Li ser astengiyan, welatî nasnameya xwe neda polîsan. Polîsan jî ji ewil li welatiyê strana kurdî distriya xistin û piştre jî binçav kirin. Esnafên ku bertek nîşanî polîsan dayîn jî hatin binçavkirin.   Di dîmenên ku ji hêla welatiyên li derdorê ve hatine kişandin de xuya dibe ku polîsan destên binçavkiriyan ji pişt ve kelemçe kirin û piştre jî derb kirin.    Kesên hatine binçavkirin niha li Midûriyeta Emniyetê ya Wanê tên ragirtin.