Malbata Şenyaşar: Dewletê qebûl kir ku komkujî bi organîze hatiye kirin 2022-04-25 14:15:42   RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 413’yemîn de didome. Malbatê diyar kir ku dewletê qebûl kiriye ku bi bikaranîna hêza siyasî re li dijî malbata wan komkujiyeke bi organîze hatiye kirin.    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûs a Rihayê kir. Di encama êrişê de hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Emîne û Ferît Şenyaşar bi mebesta girtina kujeran û darizandina wan, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 413’an de jî berdewam kir.    Malbat, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê. Emîne û Ferît Şenyaşar li ser derenceyên edliyeyê rûniştin û têkildarî daxwaz û têkoşîna xwe ya edaletê agahiyan didin kesên rêyan bi edliyeyê dikeve.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî jî ev peyam parve kir: “Dewletê qebûl kir ku bi bikaranîna hêza siyasî re li dijî malbata me komkujiyeke biorganîze hatiye kirin. Di bûyerê de em weke qurbanî hatin hilbijartin. Ji me 3 kes şehîd bûn. Bila Fadil Şenyaşar ê dîl hatiye girtin jî were berdan. Bila zilma li pêşiya edliyeyê bi dawî bibe.”