Bîlançoya şerê li derveyî sînor hate aşkerakirin 2022-04-25 14:10:44 NAVENDA NÛÇEYAN - Bîlançoya operasyona li derveyî sînor a 8 rojan hate aşkerakirin. Li gorî vê; di encama şer û pevçûnên 8 rojan de 218 leşker hatine kuştin û artêşa Tirkiyeyê ku nekarî pêş bikeve di şer de çekên kîmyewî bi kar anîn.    Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dest bi operasyonê kir. Şer û pevçûnên li herêmê di roja 8’emîn de bi hemû dijwariya xwe berdewam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); Navenda Ragihandina HPG’ê bîlançoya şer a di navbera 17-24’ê nîsanê de bi raya giştî re parve kir.    ÇEKÊN KÎMYEWÎ HATIN BIKARANÎN   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi operasyona li derveyî sînor re şerekê topyekûn tê meşandin û ev agahî hatin dayîn: “Bombebarana di 14’ê nîsanê de li dijî herêmê hatiye destpêkirin, di 17’ê nîsanê de bi danîna leşkeran berdewam kir. Di encama pevçûnên heta niha de 11 firoke hatin derbkirin û TSK’ê bi bejahî dest bi êrişê kir. Ji roja 4’emîn a êrişan re artêşa tirk li dijî Kurojahro, Werxelê, Şehîd Şahîn, Kunîşka û Girê Ortê dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir.”    ‘PDK’Ê RÊ DA’    Bi domdarî hat gotin ku artêşa Tirkiyeyê ji herêmên Bamernê, Amediye û Dêralok ên di bin kontrola PDK’ê de êrişî herêma Zapê kiriye û di êrişên heta niha de PDK’e gelek caran piştgirî daye artêşa Tirkiyeyê.    218 LEŞKER HATIN KUŞTIN   Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di pevçûnên heta niha de 11 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dane û ev agahî hatin parvekirin: “Di pevçûnên 8 rojan de hêzên me li dijî artêşa tirk bi giştî 152 çalakî li dar xistin. Tirkiyeyê heta niha 387 caran bi balafirên şer herêm bombebaran kir, 243 caran bi helîkopter û topên obûsan herêm topbaran kir û 7 caran jî bi çekên kîmyewî êrişî herêmê kir. Di pevçûnên heta niha de 218 leşker hatin kuştin û 48 jî birîndar bûn.”