Partiyên siyasî û saziyên civakî: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin 2022-04-25 13:29:06 AMED - Partî û saziyên kedê îro li Amedê daxuyaniya 1’ê Gulanê dan û wiha gotin: “Ji bo têkoşîna li dijî betaliya ji ber krîza aborî; ji bo mezinkirina berxwedana li dijî şer û wêraniyê û mezinkirina hevgirtina kedkaran, em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin.”  Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD'ê) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û nûner û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên civaka sivîl ên Amedê, bi munasebeta 1’ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyanî li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat bi zimanên kurdî û tirkî hate dayîn. Nûnerên Partiya Sosyalist a Bindestan (ESP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Koordînasyona Sendîkayên Kedkarên Şoreşger (DÎSK), Odeya Endazyerên Tirk (TMMOB), Odeya Bîjîşkên Tirk (TTB), Odeya Bijîşkên Amedê (DTO) û gelek nûnerên partî û saziyên kedê jî di daxuyaniyê de amade bûn.   Daxuyaniya kurdî ji hêla Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ve hate xwendin. Ozturk, diyar kir ku polîtîkayên zext, çewisandin û qetlîamê yên tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê yên li dijî kedkar, karker, jin, gel û nasnameyên li Kurdistan û Anatoliyayê her ku diçe girantir dibe û wiha domand: “Di 40 salên dawî de me dît ku polîtîkayên şer ên ku bi destê hikûmetan ve pêk hatin, welat ber bi krîzeke aborî ve kişandiye û bi taybetî jî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, bi kar anîna polîtîkayên ‘ewlekariyê’ pirsgirêkê kûrtir kiriye. Ji aliyê din ve weke civak, em bûn şahid ku rêya diyalog û muzakereyê ji aliyê siyasî û aborî ve bandoreke erênî li civaka Kurdistan û Tirkiyeyê dike.”   ‘AKP-MHP’Ê XWEST GEL NEÇARÎ XIZANIYÊ BIKIN’   Bi domdarî Ozturk da zanîn ku AKP'ê di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de nekarî bi tena serê xwe bibe desthilatdarî û wiha pê de çû: “AKP hewl dide rejîma yekzilamî ava bike lewma polîtîkaya şer pêş dixin. AKP'ê bi van polîtîkayên xwe welat ber bi kaosê ve bir. Bi hewldana darbeyê re jî xwest ku bi şert û mercên rewşa awarte û biryarnameyên di hukmê qanûn de karkeran mehkûmî birçîbûn û xizaniyê bike. Heman zîhniyetê, bi plana hilweşînê  hewl da ku kurdan û hêzên demokrasiyê ji siyasetê dûr bixe û bi rêya qeyûman îradeya gelê kurd desteser kir. Îro jî desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide ku bi rêya tundiyê, şer û polîtîkaya dubendîkirinê jiyana xwe ya siyasî dirêj bike. Lê di 8’ê Adarê de jinan, di Newrozê de jî gelê kurd careke din li qadan nîşan dan ku polîtîkayên zext û hilweşandinê yên hikûmetê dê ti carî encam negire.”   ‘ŞER FERZ DIKIN’   Ozturk, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hewldanên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên di şerê navbera Ûkrayna û Rusyayê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewl didin ‘qasidiya aştiyê’ bikin da ku îtîbara xwe ya li cîhanê ser û bin bûye dîsa xelas bike. Li hêla din jî dixwaze polîtîkaya xwe ya şer û dagirkeriyê li ‘Kurdistan û Rojhilata Navîn’ pêş bixe. Ev hikûmeta ku li hundir û derve polîtîkaya şer pêk tîne û çavkaniyên welat  ji alîgirên xwe re pêşkêş dike, bi vê yekê re kedkar û karkeran bi birçîbûn û xizaniyê re rû bi rû dihêle. Li dijî polîtîkayên nîjadperest, zayendperest ên hikûmetê yê ku aştiyê red dike, gelan ji hev vediqetîne, kedxwariyê dike û şer ferz dike, divê em bi yekitî û hevgirtinê ve têkoşîna xwe ya hevpar geş bikin.”   ‘EM Ê LI QADAN BIN’   Di dawiya daxuyaniyê de jî Ozturk ev tişt anî ziman: “1’ê Gulanê; nasnameya wan a etnîkî û olî çi dibe bila bibe, roja têkoşîna hevpar a karker, gundî û kedkaran e. Bi vê taybetmendiya xwe jî karektereke civakî bi dest xistiye. Em bang li her kesê ku alîgirê kedê ne dikin ku bi ziman, nasname û rengên xwe, li dijî talankirin û mêtingeriyê li qadên Tirkiye û Kurdistanê, cihê xwe bigrin. Ji bo pêşîlêgirtina cînayetên kar ên bi temînkirina tenduristî û ewlehiya karkeran a li cîhên kar; ji bo rawestandina îstismarkirina karkerên koçber a bi keda erzan, bidawîkirina xebata zarokan û qîrîna maf û azadiya îfadeyê; ji bo qîrîna daxwaza aştî û wekhêviya li Rojhilata Navîn, çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd a li ser esasê wekhevî û azadiyê, ji bo têkoşîna li dijî betaliyê ji ber krîza aborî, mezinkirina berxwedana li dijî şer û wêraniyê û mezinkirina hevgirtina kedkaran, avakirina biratiya gelan û yekitiya kedkar û karkeran; em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin.”