Nûrî Mehmûd: Tirkiye çi bike PDK jî heman tiştî dike 2022-04-25 13:05:08   NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku heke Tirkiye di êrişa xwe ya li Herêma Kurdistanê de bi ser keve dê tevahiya Başûr dagir bike û wiha got: “Tirkiye li herêmê çi bike, hikûmetên Iraq û PDK’ê jî heman tiştî dikin.”    Berdevkê Yêkîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd têkildarî êrişên hevpar ên Tirkiye û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Mehmûd, diyar kir ku divê gelê kurd xwe biparêze, şer bike û bi ser keve.    Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd di serî de bal kişand ser hevdîtinên wan ên di dema Newrozê de li Fransayê kiribûn û wiha got: “Me bi dostên xwe re êrişên DAIŞ’ê yên li ser herêmê, sedemên jinûve zindîbûna DAIŞ’ê, xwerêxistinkirina çeteyan a li herêmên dagirkirî, tevdîrên hewce û xetereya desthilatdariya Tirkiyeyê ya li ser gelê kurd parve kirin. Mînak; serokê berê yê Fransayê birêz François Hollande got ku weke Fransayê xwe deyndarên hêzên me dibînin. Her wiha got ku ji bo haydarkirina ji rewşa şer dê hem bi hikûmeta Fransayê û hem ji yên cîhanê re xebatan bikin. Hema hema tevekan jî sedema jinûve zindîbûna DAIŞ’ê weke herêmên dagirkirî nîşan didan. Lê ne li Fransayê û ne jî dewletên cîhanê ji bo van sûcên AKP-MHP’ê tiştekî bi fermî nekirine.”    ‘ŞERÊ LI ÛKRAYNAYÊ WEKE FIRSEND BI KAR ANÎN’   Nûrî Mehmûd da zanîn ku Erdogan, şerê Ûkrayna-Rûsyayê weke derfet dîtiye û wiha domand: “Lewma jî di 17’ê nîsanê de êrişî herêmên başûrê Kurdistanê kirin. Rewşa siyasî, aborî û dîplomasî ya hikûmeta Tirkiyeyê gelek xerab e. Di şerê Ûkrayna-Rûsyayê de hêzên navdewletî ji bo çareseriyê berpirsyarî li xwe negirtin û vê jî bo Tirkiyeyê firsend çêkir. Destê Erdogan di xwîna civaka herêmê û Rojhilata Navîn de heye. Lê Erdogan ev firsend bi kar anî. Bi saya vê firsendê jî careke din ji bo tunekirina şoreşa kurdan û pêşketina demokrasiya li herêmê kete nava êrişan. Lê cîhan bi xemsarî nêz dibe. Hem hikûmeta Iraqê û hem jî PDK di êrişê de cih digirin. Ev jî xetereyeke mezin e. Ne tenê êrişeke li dijî Qendîlê lê dê êrişî Mûsil, Kerkûk, Hewlêr û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bikin. Hewl didin hemû hêviyên demokrasiyê tune bikin û li herêmê serdest bin.”    ‘PDK Û IRAQ BI HIŞMENDIYA REJÎMA FAŞÎST TEVDIGERIN’   Mehmûd, diyar kir ku heke Tirkiye di êrişa xwe de bi ser keve, dê tevahiya Başûr dagir bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dê xetereya li ser Rojava jî zêdetir bibe. Îxtîmala êrişên mezin heye. Tevî ku Koalîsyona Navneteweyî li herêmê heye jî, Tirkiye bi vekirî dibêje ku dê êrişî Rojava bike. Hem DAIŞ û hem jî Tirkiye çi tiştekî li dijî me bike, heman tiştî bi serê Iraqê tîne. PDK jî heman tiştan dike. Lewma ji biryara hikûmeta Iraqê û PDK’ê zêdetir, biryarên Tirkiyeyê ne. Bi temamî di bin bandora rejîma faşîst û cîhadîst a AKP-MHP’ê de ne û bi hişmendiya wê tevdigerin. Başûrê Kurdistanê teslîmî Erdogan û MHP’ê dikin. Tirkiye dixwaze sînorên Mîsak-i Mîllî dagir bike. Bi tunekirina projeya rêveberiya xweser re nexşeya Osmanî ku qismeke Asya, Ewropa û tevahiya Rojhilata Navîn digire nava xwe dagir bike.”    ‘DIVÊ DYA Û RÛSYA BÊDENG NEMÎNIN’   Herî dawî jî Mehmûd qala êrişên dawî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û axaftina xwe wiha qedand: “Armanca êrişên dewleta tirk û çeteyên wê ew e ku DAIŞ’ê dîsa zindî bikin. Em dixwazin pirsgirêka heyî bi rêyên siyaset û demokrasiyê çareser bibe. Lê heke hewce bike jî em ê ji bo parastina jiyaneke birûmet, demokratîk û azad tişta pêwîst bikin. Divê cîhan bizane ku tişta DAIŞ’ê nekarî bike, niha hikûmeta AKP-MHP’ê dixwaze bike. Armanca DAIŞ û Erdogan yek in. Heke ev êriş wiha bidomin, em ê bêdeng nemînin. Divê Koalîsyona Navneteweyî, DYA û Rûsya van êrişan bibînin.