Şahidên komkujiya malbata Şenyaşar: Yek kes ji vir zindî dernakeve! 2022-04-25 11:36:58 RIHA - Di lêpirsîna derheqê komkujiya malbata Şenyaşar de ku 3 kes hatibûn qetilkirin, 4 sal piştre îfadeyên şahidê bi navê Mert Y. derketin holê. Di îfadeya xwe de Y. wiha got: “Girseyê diqîriya û digot; ‘yek kes ji vir zindî dernakeve.’” Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Komeke qelebalix a ji xizm û parastvanên parlamenter Yildiz pêk dihat, bi hinceta çendek rexneyan êrişî 6 endamên malbata Şenyaşar kirin û birîndarkirin. Endamên malbatê rakirina nexweşxaneyê lê êriş li wir jî berdewam kir. Li gel ku rayedarên dewletê jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bûn, hevjînê Emîne Şenyaşar, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wê Celal û Adil Şenyaşar li ber çavên wê hatin lînckirin û qetilkirin.    Bi nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ya bi ser navê “Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn!” (http://mezopotamyaajansi35.com/kr/search/content/view/163680?page=7?page=1&key=061301d6dc153f8ba694a051aa1f53c0 ) re derketibû holê ku qeydên kameraya ewlekariyê ya nexweşxaneyê hatine dizîn.    Di dema lînc û mirinên li nexweşxaneyê de Waliyê Rihayê Abdullah Erîn, Qeymeqamê Pirsûsê Tarik Açikgoz û wezîrê wê demê yê Xurek Çandinî û Sewalkariyê Ahmet Eşref Fakibaba jî li baxçeyê nexweşxaneyê bûn. Tevî vê yekê jî kamerayên li nexweşxaneyê hatin şikandin û xwîna Esvet Şenyaşar a li herêma zer, hate boyaxkirin û delîl hatin tunekirin.    RAPORÊN OTOPSIYÊ   Di rapora otopsiyê de guleyên 6 çekên cuda di laşê Celal Şenyaşar de hatin tespîtkirin, li 16 cihên cuda yên laşê Adil Şenyaşar jî birînên bi alavên birînê û guleyên 17 çekên cuda hatin tespîtkirin. Di otopsiya bav Haci Esvet Şenyaşar de jî 7 birînên mezin ên bi alavên birînê hatine vekirin û 23 birînên sivik hatin tespîtkirin.    PIŞTÎ 4 SALAN 4 KES HATIN GIRTIN   Çar sal piştre di çarçoveya dosyaya ku bi biryara “nepeniyê” tê parastin de bavê parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, Osman Yildiz, kekê wî Celal Yildiz û biraziyên wî Osman Şah, Huseyîn Yildiz û şêwirmendê wî Mûstafa Amaç jî di nav de 10 kes di 22’yê nîsana 2022’yan de hatin binçavkirin. Kekê parlamenterê AKP’ê Celal Yildiz, Îbrahîm Şîmşek, Mîkaîl Şîmşek û Muslim Yildiz bi sedemên “Kuştina bi qesdî”, “Birîndarkirina bi qesdî” û “Tunekirina delîlan” hatin girtin.    KOMKUJÎ DI ÎFADEYÊN ŞAHIDAN DE YE   Hovîtiya ku li nexweşxaneyê hatiye kirin, di îfadeyên kesên hatibûn binçavkirin û li emniyetê îfade dayîn de derket holê. Di vê çarçoveyê de îfadeyên Muslim Yildiz (30) ku li Fermandariya Cendirmeyan a Pirsûsê cerdevaniyê dike û di çarçoveya dosyayê de hatibû binçavkirin û girtin ên li Şaxa Midûriyeta KOM’ê û û yên çend şahidên din derketin holê.   ‘KESEK ZINDÎ DERNAKEVE’   Kesê bi navê Mert Y. ku li dozgeriyê weke şahid îfadeyê wî hatibû girtin, da zanîn ku di dema êrişa li nexweşxaneyê de qêriyên weke “odeya kamereyan li ku ye” bihîstiye û dît ku kamerayek hatiye jêkirin. Y., diyar kir ku dema diçû qada zer a nexweşxaneyê, dît ku bav Haci Esvet Şenyaşar bi awayekî birîndar li ser sedyeyê ye û bûyer wiha vegot: “Şopên xwînê li ser dîwarên nexweşxaneyê hebû. Girseya li nexweşxaneyê ziyan da ambûlansan. Nehiştin birîndar bên veguhestin. Di dema veguhêzandinê de girseyê diqîriya û digot; ‘yek kes ji vir zindî dernakeve.’”    ‘KAR Û BAR BIQASÎ ÇEND SAETAN DIDOME’   Şahidê bi navê Kamîl K. jî da zanîn ku li ser daxwaza emniyetê çûye nexweşxaneyê û ev agahî dan: “Min tu tiştekî derheqê pergala qeydên dîmen de nedîtin. Paceyên odeya tomarkirina dîmenan hatibûn şikandin. Serên nêzî 400 kamerayan yek bi yek hatibûn vekirin û cîhazên qeydê hatibûn derxistin. 8 DVR ku ji wan her yêk 10 kg e û 3 matrîksên ku ji wan her yek 15 kg ne bi xwe re biribûn. Alaveke bi qasî 100 kg’an, bi awayekî pispor ji paceyê hatibûn derxistin û biribûn. Ev kar û bar bi qasî saetekî diajo. Bi qasî ku dizanim, ne mimkine ku dîmenên derheqê roja bûyerê de dîsa bên peydakirin.”    KOMEKE JI 30 KESAN PÊK DIHAT   Yek ji şahidên bûyerê jî Serkan Ş. ye. Ş., derheqê Mûstafa Durmaz (43) de ku piştî binçavkirinê bi şerê “hefteyê du rojan îmze biavêje, kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat” hatibû berdan de şahidî kiribû û di îfadeya xwe ya li emniyetê de wiha got: “Min dît ku li nexweşxaneyê êrişî kesekî birîndar kirin. Li ser vê yekê me kesê birîndar rakir û bire odeya muşahadeyê. Derdora nîv saet piştre de li hundirê nexweşxaneyê dengê çekan hat. Dema em ketin hundir me dît ku komeke ji 30 kesan li hundir e. Ev kom piştre reviya derve.”    MA / Emrûllah Acar