Bi çeka polîs êrişî xebatkarên tenduristiyê kir 2022-04-25 10:22:02   AMED – Welatiyê bi navê Halîs Toprak ku li Liceyê ketibû ceyranê, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Xizmên Toprak, xebatkarên tenduristiyê derb kirin û bi çeka ku ji polîs stendibûn gule li derdorê reşandin.    Welatiyê bi navê Halîs Toprak li Lice ya Amedê kete ceryanê û li Nexweşxaneya Dewletê ya Liceyê jiyana xwe ji dest da. Xizmên Toprak, êrişî xebatkarên tenduristiyê kirin û derb kirin. Di vê navberê de polîsekî hewl da bikeve navberê û xizmên Toprak çeka polîs ji ber derxistin û gule reşandin. Guleyên hatine reşandin li dîwarên nexweşxaneyê ketin.  Di bûyerê de êrişkarek hate binçavkirin.    SES’Ê BANG LI WEZÎR KOCA KIR: HÛN LI KU NE?    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Amedê ku ev demekî dirêje ji bo pêşîlêgirtina tundiya di qada tenduristiyê de têdikoşe, têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya twîtterê Wezîrê Karên Tenduristiyê Fahrettîn Koca etîket kir û wiha got: “Xizmên welatiyê ku îro li Liceyê ketiye ceyranê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dayî, dema CPR dihat kirin de êrişî xebatkarên tenduristiyê kirin. Êrişkaran, çeka li ber polîs ji ber derxistin û di wê rageşiyê de gule ji çekê derketin lê li kesekî neketin. Êdî bes e! @drfahrettinkoca hûn li ku ne?”   KOCA CEZAYÊ GIRTINÊ BI BÎR XIST   Piştî berteka SES’ê, Koca li ser hesaba xwe ya twîtterê bersiv da û bûyer vegot. Bi domdarî Koca da zanîn ku tevdîrên hewce yên li nexweşxaneyê hatine zêdekirin û ev hişyarî da: “Ez, kesên di nava hewldana sûc de hişyar dikim: Par, li faîlekê sûc kiribû 8 sal û 5 meh cezayê girtîgehê hate birîn.”