Emîne Şenyaşar: Kujer tenê ne 4 kes bûn 2022-04-25 09:19:29 RIHA - Emîne Şenyaşar ku ji malbata wê 3 ferd hatin kuştin, diyar kir ku bi girtina 4 kesan edalet pêk nayê û ev tişt got: "Herkesê ku di komkujiyê de cih girtiye divê bê girtin. Heta kurê min bê berdan em ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin." Di 14'ê hezîrana 2018'an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, dema xebatên hilbijartinê li navçeya Pirsûs a Rihayê êriş biribûn ser dikana malbata Şenyaşar û Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar birîndar kiribûn.  xizm û parastvanên Yildiz, êrişê li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jî domandibûn û bi Celal û Adil re bavê wan Haci Esvet Şenyaşar ku bi hewara zarokên xwe hatibû li ber çavê Emîne Şenyaşar lînç kiribûn û kuştibûn. Kekê Yildiz Mehmet Şah Yildiz jî ji guleyeke ku nayê zanîn ji çeka kê hatiye avêtin hatibû kuştin.    Di çarçoveya lêpirsîna derbarê komkujiya ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêk hatibû de û nêzî 4 sal bûn bi awayekî veşarî dihat domandin de di 22'ê nîsanê bavê Parlamenterê AKP'ê Yildiz Osman Yildiz, kekê wî Celal Yildiz, biraziyên wî Osman Şah û Şegsîn Yildiz û şêwirmendê wî Mûstafa Amaç jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin. Hat hînkirin ku bi talîmata dozgerê dozê biryara binçavkirina 43 kesan hatiye dayîn. Piştî binçavkirina rojekê 10 kes duh di bin dorpêça polisan de ji emniyetê sewqî edliyeyê hatibûn kirin. Piştî îfadeyên wan ên li dozgeriyê bavê Yildiz Osman Yildiz û biraziyê wî Osman Şah Yildiz hatin berdan. 8 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Di encama danişîna ku heta derengiya şevê berdewam kir de kekê Yildiz Celal Yildiz, Îbrahîm Şîmşek, Mikaîl Şîmşek û Muslum Yildiz bi sûcê "kuştina qestî" , "birîndarkirina qestî" û "tunekirina delîlan" hatin girtin û 4 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Emîne Şenyaşar ku bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re rexmî astengiyên ku pê re rû bi rû man jî di roja 413'an de Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, derbarê geşedana ku piştî 4 salan di dosyaya wan de çêbû de ji ajansa me re axivî.    'ÊRIŞKAR TENÊ 4 KES BÛN'   Emîne Şenyaşar, da zanîn ku kesên di êrişê de cih girtine ne 4 kes in û wiha got: "Hejmara wan zêde bû. Zarokên min bi awayekî hovane kuştin. Gelek kes hebûn. Tevan zarokên min kuştin. Bila tev bên girtin. Extiyar û ciwanan bi hev re êriş kir. Li cihê kar birîndar kirin û li nexweşxaneyê kuştin. Wekîl (Îbrahîm Halîl Yildiz) got, 'tevan bînin nexweşxaneyê'. Birin nexweşxaneyê û wan kuştin. Celal Yildiz (kekê Îbrahîm Halîl Yildiz) û wekîl zarokên min kuştin. Bila AKP dev ji vî berde, ev nabe wekjîlê gel. Ez ji bo ku kurê min (Fadil) berdin li ber edliyeyê rûniştim. Heta ku kurê min bê berdan ez ê rûniştina xwe bidomînim. Dema ku wî girtin birîndar bû, dixwestin wî jî bikujin. Dixwestin me tevan bikujin. Êdî bes e bila kurê min bê mal. Kurê min kesî nekuştiye, bila wî berdin. Ez jî dixwazim li nav neviyên xwe rûnim. Êdî em jî dixwazin xelayên pêşerojê bikin."   DEMA EDALET PÊK HAT DÊ ŞÎNÊ DEYNE   Şenyaşar, destnîşan kir ku ne tenê ji bo xwe ji bo herkesî edaletê dixwaze û wiha pê de çû: "Ez ji bo herkesê ku bêsûc li girtîgehan tê girtin edaletê dxiwazim. Dixwazim bi Fadilê min re hekesê bêsûc li girtîgehan tê girtin bê berdan. 4 sal di ser komkujiyê re derbas bû, me hê jî şîna xwe dananiye û şîn nekiriye. Heke edalet bê em ê şînê deynin. Dema ku Fadilê min bê em ê şîn deynin. Her roj li ber edliyeyê digirîm. Dema ku wêneyên zarokên xwe dibînim giriyê min tê. Dema ku li malê neviyên xwe jî dibînim giriyê min tê. Êdî çavên min nabînin. Rewşa min ne başi e. Erdogan dizaen ku zarokên min bêguneh in. Hêvî dikim ku em bikevin xewnin Erdogan û Emîne. Bila êşên ku ez dikişînim bibînin. "   BANGA MEZINKIRINA PIŞTEVANIYÊ   Di berdewamê de Şenyaşar, spasiya hemû kesên ku serdana wan kirine kir û ev tişt gotin: "Gelek kes li vê çalakiyê xwedî derketin û me bi tenê nehiştin. Her roj hin kes li cem me bûn. Hin rojan 10 hin  rojan 20 hin rojan jî 10 kes li cem me bûn. Xwede ji tevan jî razî be. Spasiya parêzeran jî dikim. Pirî caran ji boı me ji derveyî bajar tên. Ez ê îro dîsa li ber edliyeyê bim. Em dixwazin ku serdanên me zêde bibin û bêtir kes bêm cem me. Ji her demê zêdetir pêwistiya me bi piştvaniyê heye. Ez kurê (Fadil) xwe dixwazim. Bila Fadil berdin, keçeke wî heye, pirsa wî dike. Keça wî dibêje, 'Min bibin cem bavê min'. Em jê re dibêjin, 'Bavê te dixebite'. Lê êdî mezin bûye û dibêje, 'Bavê min naxebite li girtîgehê tê girtin'. Du kurê min kuştin, ew li goristanê ne, Fadil girtîgehê, em jî li ber edliyeyê dirizin. 4 kesan vê komkujiyê pêk nanî, hejmara wan qerebalixtir bû. Wekîl jî di nav de bû. Dema ku zarokên min li nexweşxaneyê hatin kuştin wekîl li derve li fîqê xist û li çepikan da. Êrişî ambûlansên ku zarokên min lê siwar kiribûn. Xwestin ên birîndar kî bikujin. Bila hemû ceza bikişînin. Bila ji êşa me kişand zêdetir êş bikişînin."   MA / Emrûllah Acar