Ozturk: Êrişkar jî piştgirên wan jî wê winda bikin 2022-04-25 09:18:27 AMED - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê da û ev tişt got: "Kesên ku vê êrişê dane destpêkirin û kesên ku têde cih digirin jî wê winda bikin." Serokwezîrê Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî di 15'ê nîsanê de serdana Tirkiyeyê kiribû û li Stenbolê bi Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan û Musteşarê MÎT'ê ya Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anîbû. Piştî vê serdanê di 17'ê nîsanê de Tirkiyeyê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê ku sala borî jî di van rojan de êriş dabû destpêkirin, bi hevkariya PDK'ê êrişeke mezin a nû da destpêkirin. Êrîşa Tirkiyeyê di nav kurdan de bûye sedema bertekên mezin. Ji her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê partî û tevgerên kurdan li dijî êrişê derdikevin û hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re şermezar dikin.    Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, derbarê êrişê û helwesta PDK'ê ya ji bo êrişê de axivî û nirxandinên girîng kirin.    'DESTPÊKA DAGIRKIRINÊ TECRÎDE'   Berdan Ozturk, diyar kir ku divê êrişa Tirkiyeyê ya li dijî herêmê weke "dagirkirina Kurdistanê" were şîrovekirin û got ku Tirkiye ji sala 2014'an ve plana dagirkeriyê kiriye meriyetê û lingekî vê polîtîkayê "plana çokşikandinê" ku piştî girankirina tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Ozturk, destnîşan kir ku dewletên emperyalîst piştgirî didin hewldana dagirkeriye û wiha got: "Desthilat bi girankirina tecridê û "plana çokşikandinê" xwest ku destketiyê kurdan tune bike.  Ev dagirkirin jî di vê çerçovêyê de hat destpêkirin. Bi rastî di vê pêvajoyê de sekna ku PDK nîşan dide naye qabûlkirin. Li her çar parçeyên Kurdistanê gel bedelên giran da û di deskeftiyan de xwîna bi hezeran mirovan heye. Ji ber vê tu partiyeke Kurdistanê nikare bi desthilata AKP-MHP'ê re tevbigere.   'ARMANC TUNEKIRINE KURDAN E'   Ozturk, xwest ku ji her çar aliyên Kurdistanê gelê kurd bertek nîşanî êrişê bide û wiha got: "Bi taybetî jî hewceye ku gelê başûrê Kurdistanê sekna xwe bide nîşandan û bertekek mezin derxe holê.  Plana Desthilata AKP-MHP’ê avakirina Osmaniya nû ye. PKK'ê dikin hincet û hewl didin Kurdistanê dagir bikin. Armanca wan a esasî dagirkirina Kurdistan û tunekirina kurdan e." Ozturk, ji bo serdana Mesrûr Barzanî ya Îngilistanê jî ev tişt anîn ziman: "Îngilistan ji berê ve dixwaze li Rojhilat a Navîn ê aktorek mezin be. Di piştperdeya zilma ku li kurdan tê kirin de Îngilistan heye. Îngilisan her tim piştgiriya dijminê kurdan kiriye. Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya bi vî rengî bi rastî jî kurdan êşand."   'KESÊN DI DAGIRKIERIYÊ DE CIH DIGIRIN WÊ WINDA BIKIN'   Di berdewamê de Ozturk, bi lêv kir ku piştî bombebarankirina Mexmûr û Şengalê Serokê Herêma Kurdistanê karibûye serdana Enqerê bike û bi Erdogan re hevdîtin bike û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Bi dehan sal in kesên êrişên derveyî sînor pêk tînin winda dikin. Kesên ku vê êrişê dane destpêkirin û kesên ku têde cih digirin jî wê winda bikin. Vi destê kurd ku ketiye xwîna gelê kurd jî wê winda bike. Yên qezenc bikin dîsa gelê kurd û gelên dijberî şer bin. Di serî de gelê kurd herkes sekna vê rêveberiyê bi awayekî zelal dibîne û dibêje ku çi ye. Divê ev weke "şerê birakujiyê" neyê nirxandin. Hûn bertekên gelê başûrê Kurdistanê yê li dijî êrişan dibinînin.  Di destpêkê de gelê hevparbûna hewldana dagirkeriyê şaş dibîne. Divê ev bertek zêde bibin. Dubare dibêjim; kesên ku bi vana re tevbigerin wê winda bikin."   MA / Ergîn Çaglar