Li Taksîmê polisan îşkence li ciwanên kurd kir 2022-04-24 20:27:25 STENBOL - Li semta Taksîmê ya Stenbolê, polisan îşkence li du ciwanên kurd ên birayê hev kir.    Li semta Taksîmê ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê, ji ber sedemeke ne diyar polisan îşkence li du ciwanên kurd ên birayê hev Enes Alp û Omer Alp kir. Polisan, bi lêdanê her du birayan bi erdê ve kaş kir û birin kolanên pişt ên semtê. Hat hînbûn ku her du bira ji Mêrdînê ne û dema îşkence li wan hatiye kirin turîstina bertek nîşanî polisan daye.