Meclisa Dayikên Aştiyê êrîşên PDK’ê şermezar kir 2022-04-24 17:07:44   ÊLİH - Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, êrişa Tirkiyeyê ya bi hevkariya PDK'ê ya li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kir.   Meclisa Dakiyên Aştiyê a Êlihê bi şîyara “Em li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jî jiyanê diparêzin” çalakiyek girseyî li dar xist û êrişa Tirkiyeyê ya bi hevkariya PDK’ê şermezar kir. Di çalakiyê de rêveberên HDP’ê û Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Nûnerên TJA û Platforma Ked û Demokrasiyê amade bûn. Girseyê di pêşengiya Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê de pankarta “Em li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jî jiyanê diparêzin” vekir û daxuyanî dan çapemeniyê.    Di çalakiyê de Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku îqtîdara AKP’ê ji bo îqtîdara xwe biparêze konsepta şer pêş dixe û wiha got: “Lê hêza muxalefetê jî xwe li pişt îqtîdarê vedişêre. Carek din hat dîtin ku hêza li dijî şer radiweste em in.”   Berdevka  TJA’yê ya Êlihê Şukran Çelebî jî anî ziman ku AKP-MHP bi şer emrê xwe dirêj dike û di polîtîkayên şer de israr dike. Çelebî, da zanîn ku yên di şer de bi ser dikevin bazirganên şer in û yên winda dikin jî gelê xizan e.  Çelebî, helwesta muxaletefê jî rexne kir û da zanîn ku ev kes xizmeta îqtîdarê dike.”