HDP’ê ji bo 24’ê Nîsanê daxuyanî da: Em sûcê li dijî mirovahiyê ji bîr nakin 2022-04-24 13:03:34     ENQERE - HDP ku êşa gelê ermen a 107 salan parve kir têkildarî komkujiyê de wiha got: “Em Komkujiya Ermenan û sûcê li dijî mirovahiyê ji bîr nakin.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber salvegera 107’emîn a Qirkirina Ermenan daxuyaniyeke nivîskî weşand. HDP’ê di daxuyaniya xwe de xwest ku bi Qirkirina Ermenan re hevrû bibin û wiha got: “Em Komkujiya Ermenan, êz û azara gelê ermen û sûcê li dijî mirovahiyê ji bîr nakin. Di 107’emîn salvegera komkujiyê de em hemû qurbaniyan bi rêzdarî û bi rehmet bi bîr tînin.”