Li Stenbolê bîranîna Qirkirkina Ermenan hate qedexekirin 2022-04-24 12:29:42   STENBOL - Platforma Bîranînê ya 24’ê Nîsanê ragihand ku çalakiya bîranînê ya ku dixwestin di salvegera qirkirinê de li dar bixin ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve guncav nehatiye dîtin.    Çalakiya şermezarkirinê ya Qirkirina Ermenan a 24’ê Nîsana 1915’an, ku dihat plankirin ji aliyê Platforma Bîranînê ya 24'ê Nîsanê ve li Meydana Beşîktaş Barbarosê bê lidarxistin, ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve hat qedexekirin. Platformê têkildarî qedexeyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ji bo çalakiyê serî li Walitiyê dane lê Walitiyê bersiva “guncav nehatiye dîtin” daye wan û çalakiya wan qedexe kiriye.   ‘WÊ HESTA EDALETÊ XERA BIKE’   Platformê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Qedexekirina bîranîna me ku îfadeya hewldanên rûbirûbûnê ye, weke çalakiya rûniştinê ya bêdeng, wê berevajî vê hesta edaletê ya xerabûye bi giranî xera bike. Em careke din bang li Walîtî û biryargehên siyasî dikin ku biryara xwe ya qedexekirinê ji nû ve binirxînin.”