Ahmet Turk: Divê em li dijî xiyanetê derkevin 2022-04-24 10:19:39     MÊRDÎN - Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk ê di bernameya fitarê de axivî, rola PDK’ê ya di êrişên Tirkiyeyê yên ser Herêma Kurdistanê de weke “xiyanet” nirxand û ev bang kir: “Divê em li her derê li dijî vê xiyanetê derkevin.”   Şaxa Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên Di Dêrguşa Şaristaniyê De Xizmên Xwe Windar Kirine re (MEBYA-DER) û Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber meha Remezanê bernameyeke fitarê li dar xistin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, siyasetmedarê kurd Ahmet Turk û gelek kes tev li bernameyê bûn.  ‘BI BERXWEDANÊ DIKARIN ÊRIŞAN ASTENG BIKIN’   Ahmet Turk ê beriya bernameya fitarê de axivî, diyar kir ku tevî di meheke pîroz de ne jî li ser gelê kurd êrişeke giran heye. Turk, bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li ser Herêma Kurdistana Federe û wiha got: “Îro li Başûr, Rojava û Bakûr zilmeke mezin li gelê kurd tê kirin. Em baş dizanin ku li girtîgehan siyaseta tecrîdê tê meşandin. Îro tê xwestin ku li girtîgehan girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin. Êrişên li ser partiya me û hemû rêxistinên me berdewam dike.” Turk, destnîşan kir ku encax bi mezinkirina berxwedanê dikarin êrişan asteng bikin.    ‘KESÊ XIYANETÊ LI GELÊ XWE DIKE WÊ HESABÊ BIDE’   Turk di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Roj roja yekitiyê ye. Roj roja xwişk û biratiya gelê kurd e. Em naxwazin weke berê xiyanet bikeve nava kurdan.” Turk, qala helwesta PDK’ê ya di êrişên li ser Herêma Kurdistanê de jî kir û got: “Em îro vê xiyanetê dibînin. Kî xiyanetê li gelê xwe bike wê roj were hesabê bide gelê xwe. Ji ber wê yekê ez ji her kesê re vê dibêjim. Gelê Başûr jî siyaseta Başûr jî îro li dijî van êrişan e. Li dijî xiyaneta PDK’ê ne. Ji ber vê yekê divê em li her derê li dijî xiyanetê derkevin.”   Piştî axaftinan bername bi xwarina fitarê bi dawî bû