'Ji ber polîtîkayên bêcezakirinê îşkence li girtiyan tê kirin' 2022-04-24 09:05:44   AMED -  Parêzera OHD’ê Seda Zengîn anî ziman ku Wezîrê Edaletê bi gotinên xwe rê li ber polîtîkayên bêcezakirinê vedike û wiha got: “Ev polîtîka jî dike ku îşkence û zexta li ser girtiyan zêdetir bibe.”    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Baroya Amedê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) li ser îdiayên îşkenceyê yên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê çûbûn serdana girtîgehê û raporek amade kiribûn. ÎHD, OHD û Baroya Amedê rapora xwe di 18’ê nîsanê de bi raya giştî re parve kir. Di encama lêkolînan de hatibû tespîtkirin ku li girtîgehê binpêkirinên mafan zêde ne û îşkence li girtiyan hatiye kirin. Têkildarî mijarê yek ji endamên komîsyonê û parêzera OHD’ê Seda Zengîn bi ajansa me re axivî.    Parazêr Seda Zengîn diyar kir ku piştî serlêdana malbatan, li girtîgehê bi girtiyan re hevdîtin kirine. Zengîn, da zanîn ku di hevdîtinê de girtiyan qala îşkenceyê kirine û wiha got: “Di hevdîtine de girtiyan ji me re qala sergardiyan kir. Gotin ku bi hatina wî gardiyanî re zext û îşkenceya li Amedê zêde bûye. Girtî Zinar Ahmed Gulmez ji hêla gardiyanan ve hatiye îşkencekirin. Piştî îşkenceyê xwestiye biçe nexweşxaneyê lê gardiyanan nehiştine. Em li ser îdiayên îşkenceyê çûn girtîgehê lê serlêdaneke din a îşkenceyê ji me re hat. Girtiyê bi navê Îbrahîm Ayaz jî rastî îşkenceyê hatiye. Me li girtîgehê pê re hevdîtin kir. Ayaz got ku di dema lêgerîna gardiyanan de di navbera wan de nîqaş çêbûne û gardiyanê sereke heqaret li wî kirine.”   ÎŞKENCEYA KOMÎ   Seda Zengîn da zanîn ku girtiyên bi navên Umît Ozkan, Mehmet Kasim Arslan û Dogan Ozbahçecî jî rastî îşkenceyê hatine û wiha qala bûyerê kir: “Gardiyan bi awayêki qerebalix ser odeya wan de girtine û lêgerin kirine. Di lêgerîne de îşkence li her sê girtiyan kirine. Pîştî îşkenceyê her sê girtî ji hev cuda kirine, Mehmet Kasim Arslan û Umît Ozkan li erdê dirêj kirine û dîsa îşkence kirine. Sergardiyan û midûrê girtîgehê jî bûne şahid. Haya dozger jî jê heye lê tu lêpirsînek nehatiye vekirin.”    HEWLDANA BÊESILKIRINÊ   Bi domdarî Zengîn bi lêv kir ku sirgûn jî li girtigehê zedê bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî îşkenceyê 2 girtî hatin sirgûnkirin. Dema girtiyan piştî îşkenceyê dibin nexweşxaneyê, li wir zextê li bijîşkan dikin ku rapora derbkirinê neyê dayîn. Mixabin bijîşk li gorî daxwaza wan tevdigerin. Her wiha ji ber ku girtiyan di Newrozê de li ber stranên kurdî govend girêdayîne, cezayê disiplînê lê hatiye birîn. Girtiyan got ku bi vê yekê hewl didin wan bêesil bikin. Ji bo vê jî gardiyan, midûrê girtîgehê û dozger hevkariyê dikin. Dozger, bi bêdengiya xwe dibe hevkarê wan sepanan. Di girteka hatiye girtin de tiştek tune ye. Cezayên disiplînê derhiqûqî ne. Xuyaye ku dixwazin girtiyan ji eslê wan dûr bixin.”    POLÎTÎKAYÊN BÊCEZAKIRINÊ   Zengîn, bal kişand ser polîtîkayên bêcezakirinê û da zanîn ku ev polîtîka rê li ber îşkenceyê vedike. Zengîn, axaftina xwe wiha domand: “Dewlet li gorî qanûnên xwe tevnagere. Hem rêveberiya girtîgehê û hem jî dozger bi sepana necezakirinê re rê li ber binpêkirinên mafan vedikin. Girtî hem gilî dikin û hem jî ji dozger re nameyê dişînin lê derheqê îşkenceyê de tu lêpirsîn nayên destpêkirin. Dozger, bi vê helwesta xwe îşkenceyê rewa dike, gardiyan û midûrê girtîgehê diparêze. Jixwe gardiyanekî ji girtiyan re gotiye; ‘ez dikarim her tiştekî bikim û hûn kê dixwazin li wir gilî bikin.’ Ev gotin, encama polîtîkaya necezakirinê ne. Li Girtîgeha T3 a Amedê jî îşkence li girtiyan kiribûn û me rapor amade kir. Lê tevî raporê jî lêpirsîn venebû û girtiyên hatine îşkencekirin sirgûn kirin. Ne gardiyan lê girtî tên cezakirin.”    ‘GOTINÊN WEZÎRÊ EDALETÊ’   Di berdewamê de Zengîn gotinên Wezîrê Edaletê ku digot; ‘Di girtîgehan de îşkence tune ye’ bi bîr xist û wiha bertek nîşan da: “Divê girtîgeh li gorî mafên mirovan û hiqûqê bên dîzaynkirin. Lê li girtîgehên Tirkiyeyê hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin û sepanên dermirovî hene. Wezîrê Edaletê îşkenceyê red dike lê dema em girtiyên jiyana xwe ji dest didin û raporên derheqê girtîgehan de dinihêrin, dibînin ku girtî tên îşkencekirin û binpêkirinên mafên mirovan hene. Mînak; miwekîlê min Haşîm Kaya diviyabû par di nîsanê de bihata berdan. Lê ji ber rapora lijneya çavdêriyê ya girtîgehê ev 3 car in berdana wî tê astengkirin. Hem ew û hem jî malbata wî tê mexdûrkirin. Heke Wezîrê Edaletê li raporên me binihêrta dê bidîta ku îşkence heye. Li girtîgehan tecrîd heye. Nameyên ku girtî ji me re dişînin, em ji Wezîrê Edaletê, Komîsyona Meclisê û ji sazî û dezgehan re dişînin. Ev gotinên Wezîrê Edaletê rê li ber polîtîkayên necezakirinê vedike.”   Zengîn got ku wan ji ber îşkenceya hatiye kirin serlêdana sûc kirine û rapor jî di nava serlêdanê de pêşkeş kirine. Zengîn, diyar kir ku heta encamek jê tê girtin û gardiyanên îşkencekar tên cezakirin jî çi ji destê wan were dê bikin.