Ji sînorê Başûr bang kirin: Divê em li dijî şer derkevin 2022-04-24 09:01:47   ŞIRNEX - Xelkê Cizîrê bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê hatine destpêkirin da û gotin: "Êdî baweriya me bi Barzanî nemaye. Divê ku em li dijî şer bisekinin.”    Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistanê dest bi şerek nû kir. Şerê ku ji hewayî û bejahiyê ve berdewam dike, şerên dijwar diqewimin. Bertekên li dijî êrişên li ser herêman li her qadê zêde dibin. Xelkê navçeya Cizîrê ya Şirnexê li dijî şerê ku hatiye destpêkirin nêrazîbûna xwe anîn ziman.    'BAWERIYA ME BI BARZANÎ NEMA'    Ji welatiyan Mehmet Şirîn Begeda anî ziman ku ev şer wê zirarê bide deskeftiyên gelê kurd û malbata Barzanî bi van kirinan rêz û hûrmeta xwe ya di nava civakê de winda kir û wiha axivî: "Ev çend sal in li dijî gelê kurd operasyonan didin meşandin. Ev operasyon bi tu awayî encam negirtin û dê negirin jî. Ez 45 salî me bi qasî ku tê bîra min, ev şer berdewam dike. Tişta ku wan ji xwe re kiriye armanc encam nagire. Li şûna vî şerî bila destê xwe bidin destê aştiyê. Heke li her çar perçeyên Kurdistanê em bibin yek em ê bi ser bikevin. Em ne li dijî hebûna kesekî ne. Cihê her kesî di nav me de heye. Me tu caran weke wan nijaperestî nekiriye û em ê nekin. Çend sal beriya niha gelê kurd bi Barzanî gelek bawer bû. Heta ku min navê lawê xwe jî kiriye Barzanî. Lê mixabin hûn niha biçin zarokê 10 salî jî bipirsin dibêjin ku Barzanî ne xeletiyê dike. Êdî baweriya gelê kurd bi Barzanî nema ye. Em bang li gelê kurd dikin ku bibin yek. Kesê ku nebe yek wê negihije tu encaman. Kurdên baş û nebaş birayên hev in. Lê divê li dijî şer bibin yek û bisekinin. Êdî bes e bila rijandina xwînê bê sekinandin.”    'BARZANÎ LI KURDAN XAYÎN DERKET’    Hediye Temîz jî bi lêv kir ku Barzanî pişta xwe daye gelê xwe û got: "Dikin ku bira bira bikuje. Biratiyê anîne asta qedandinê. Heke xayin nebûna em ê îro ne di vê rewşê de bûna. Em dixwazin ku ev xwîn bisekine û bila şerê navxweyî dernekeve. Barzanî xayintiyê dike. Her der ji dijmin re vekiriye. Xwe rizgar kir û li kurdan xayin derket. Kurdan pişta xwe li wî germ dikir, lê îro xiyanetê li kurdan dike. Kurdê rast be dibêje Barzanî xayin e. Yê ku ne rast be nabêje ku xayin e. Bila ev xwîne bisekine."   'DIVÊ DAYIK XWE BÊDENG NEKIN'    Ji welatiya ku nexwest navê xwe bide jî diyar kir ku divê li dijî şer tu kes xwe bêdeng neke û got: "Ev çend sal in em şer dibînin. Xwedê heqê me ji wan re nehêle. Di vê meha Remezanê de kurdan dikujin. Çi heqê wan heye ku vê dikin. Çi bê serê me bi destê xayînên nav me tê serê me. Kurd li ku be, tanq, top li ser serê wan e. Em aştiyê û însanetiyê dixwazin. Kurd hemû di girtîgehan de ne, li çol û çiya ne. Heqeret li kurdan tê kirin. Li dijî vê zilmê dayik li ser pêya ne. Divê dayik xwe bêdeng nekin."   'EM NAXWAZIN KURD HEV BIKUJIN’    Ji welatiyan Abdullah Selçuk jî bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re da û ev tişt got: "Em naxwazin ku şerê navxweyî derkeve. Em dixwazin ku êdî aramiyek hebe. Di vê meha Remazanê de em naxwazin kesek bê kuştin. Xwedê avekî bi vî agirî ve bike. Em jî weke heval û hogirên xwe dixwazin bi awayeke azad bijîn. Em dixwazin ku ev şer bê sekinandin."   'LI DIJÎ ŞER DERKEVIN’    Ji welatiyan Hasan Bîlen destnîşan kir ku tişta herî pêwîst tifaq û yekitiya kurdan e û wiha axivî: “Em dixwazin ku di navbera gelê kurd de yêkitî hebe. Bila kes kesî nekuje. Em ne alîgerên kuştinê ne. Ew xwedayê ku însan çêkiriye em naxwazin bê kuştin. Em li dijî şer derkevin. Em hemû zimanekî diaxivin em kurd in çima em hevdu bikujin.”    'ÇIMA EM XIYANETÊ LI HEV DIKIN?'    Hediye Belge jî diyar kir ku parçebûyina gelê kurd wê serkeftinê bi xwe re neyîne û ev tişt anî ziman: "Em naxwazin ku kuştin çêbibe. Em xiyanetê naxwazin. Em birayê hev in. Em naxwazin ku heta hetayê kole bimînin. Em xweşiyê dixwazin. Bila ev şer bê sekinandin. Em hevdu nas dikin. Çima em xiyanetê li hev dikin."   'MALBATA BARZANÎ BÛYE HEVALBENDÊ TIRKIYEYÊ'    Ji welatiyan ku nexwest navê xwe bide jî anî ziman ku kesê ku îro dibe sedema şerê navxweyî wê di dîrokê de hesab bide û wiha got: "Pêwîste ku Barzanî wisa neke. Ev tişt ne heqê wî ye. Birakujî ne heqê wî ye. Pêdiviya me bi yêkitiyê û tifaqiyê heye. Malbata Barzanî bûye hevalê Tirkiyeyê. Pêwîste ku nebe hevkarê Tirkiyeyê. Pêwîste ku bi gelê kurd re bibe tifaq.”