Ji bo malbatên girtiyan û xizmên windayan fitarî 2022-04-23 20:54:16   AMED – MEBYA-DER û TUHAY-DER'ê di fitariyê de bi malbatên girtiyan û xizmên windayan re civiyan. Di fitariyê de hat destnîşankirin ku her kes bibe dengê girtiyan.    Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) û  Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, li Peyas a Amedê li hêwaneke dawetê bi malbatên girtiyan û xizmên windayan re di fitariyê de civiyan. Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê yên bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Rexistina Partiya Herêmên Demokratik (DBP) û Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê û rêxistinên wê yên navçeyan, Tevgera Jinên Azad (TJA),  Dayikên Aştiyê, malbatên di Nobeda Edelatê de û gelek kes beşdarî fitariyê bûn.   NOBEDA EDALETÊ   Nûnerê Tuhayderê Mûşehher Ûlker anî ziman ku bi minasebeta piştgiriyê bidin malbatên girtiyan û bilindkirina têkoşînê li hev kom bûne û got: “Hewce ye ku em mil bidin milê hev û tecrîdê bîşikînin. Heke em destê xwe nedin hev du û nebin yek, em ê cenazeyên zarokê xwe bidin ser milên xwe. (Lewma divê) Em bibin yek û girtiyên xwe ji wan girtîgehan derxînin. Dayîkên me 6 meh in çalakiya Nobeda Edaletê dane destpêkirin. Em dixwazin ji vir şûn de hemû malbatên me, xwedî li çalakiya dayikên girtiya derkevin. Her wiha em şerê niha hatiye destpêkirin jî şermezar dikin.”   Hevserokê MEBYA-DERê Şeyhmûs Karadag jî diyar kir ku dê sala 2022’yan bibe sala azadiya gelê kurd û hemû girtiyan û awiha acivî: "Tecrîdeke girankîrî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû gelê kurd heye. Em îsal vê tecrîdê bişkînin û azadiya xwe ava bikin. Ji bo şikandina tecrîdê, hewce ye ku em doz û têkoşina xwe bilind bikin. Ji bo azadiya gelê kurd çi hewce be em ê pêk bînin. Heya dilopek xwîn jî di canê me de hebe, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Em dibînin ku her ku roj li girtîgehan îşkence û tundiya li ser girtiyan zêde dibe. Em wan pêkanînan qebûl nakin û şermezar dikin. Malbatên me yên qedirbilind, em li nirx, zarok û doza xwe xwedî derkevin.”