2 heyet çûn gundê Timoqê 2022-04-23 19:26:26   ÊLIH - Piştî ku qedexeya li gundê Timoqê hat rakirin, 2 heyetên cuda yên ji HDP'ê û Baroya Êlihê û ÎHD'ê pêkhatî, serdana gund kirin.   Qedexeya ku di 31'ê Adarê de li gundê Timoqê yê Êlihê hatibû îlankirin, piştî 25 rojan hat rakirin. Bi rakirina qedexeyê re heyeteke ji Partiya Demokratîk a  Gelan (HDP) û heyetek ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Êlihê pêkhatî çûn gund. Heyet, bi gundiyan re axivîn û lêkolîn kirin.    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku qeyûm tauinî şûna wê hat kirin, Hevşaredara Bajaroka Bekirxanê Gulîstan Sonuk, Hevserokên HDP'a Êlihê Hurriyet Kaytar û Huseyîn Sarik hevdîtin bi gundiyan re kirin. Heyeta HDP'ê piştî hevdîtinê û lêkolînan, ji gund çû.    Heyeta ku ji Serokê Baroya Êlihê Erkan şenses, Serokê ÎHD a Şaxa Êlihê Devran Yildiz û parêzeran pêkhatî jî serdana gund kir û guh li gundiyan kir. Heyetê bi malbata Yahya Karabaşê îşkence lê hatibû kirin û gundiyan re axivî û ragihand ku dê van hevdîtinan wekî rapor bi raya giştî re parve bike. Heyet piştî hevdîtinê ji gund çû.