Bîlançoya şerê li Zap û Avaşînê hat eşkerekirin 2022-04-23 16:52:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê dijwarî didome û bîlançoya şerê li herêma Zap û Avaşînê hat eşkerekirin.    Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî deverên Başûrê Kurdistanê ku di 17'ê Nîsanê de daye destpêkirin, di roja 7'emîn de berdewam dikin. Tê gotin ku şer li herêma Zap û Avaşînê dijwar dibe. Li gorî nûçeya di ANF'ê de cih digire û spartiye daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê tîmên wan ên gerok çalakî li dar xistiye û 29 leşker di vê çalakiyê de hatine kuştin û 10 leşker jî birîndar bûne. Li gorî daxuyaniyê hat diyarkirin ku derb li 3 helîkopteran hatiye xistin.