Nûnertiya HDP'a Başûr: Divê kes li dijî şer bêdeng nemîne 2022-04-23 16:42:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê ragihand yên li hemberî êrişên Tirkiyeyê bêdeng dimînin wê di bin berpirsiyartiyên giran de bimînin. Li bajarê Hewlêrê Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê, derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî ji aliyê Hevesrokê Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Hîkmet Xatîb ve hat xwendin.   Xatîb diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser gelê kurd bi tu awayî pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser nake û berovajî pirsgirêka aborî, siyasî û civakî kûrtir dike. Xatîb wiha got: “Ên ku li hemberî êrişan bêdeng dimînin, wê berpirsyartiyek mezin a faşîzmê bikeve ser stûyê wan. Bang li hemû azadîxwazan dikîn, bêdeng nemînin û nebin sedema dirêjkirina temenê desthilatdariya AKP-MHP’ê. Divê Hikumeta Herêma Kurdistanê jî bêdeng nemîne û daxwaza gelê Kurd neke qurbanê êrişên dagirkeriyê.”   Xatîb di dawiya daxuyaniyê de ev bang kir: “Em bang li hemû rêxistin, hêzên siyasî dikin, hemberî êrişan xwedî helwest bin.”   Xatîb herî dawî jî li ser pirsa derbarê helwesta Hikumeta Herêma Kurdistanê ya derbarê êrişan de, wiha got: “Heke Kurdistan yek parçeye, wê demê mafê hemû kurdan heye li cihek Kurdistanê bijîn. Ji bo vê bêdengî û bersiva wan ya hatî dayîn, ne exlaqiye.”