Dozger xwest ku kesên ji lêpirsîna Kobanê hatine binçavkirin bên girtin 2022-04-23 16:04:56   ENQERE - Piştî 12 rojan, 48 kesên di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de hatibûn binçavkirin derxistin dozgeriyê. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 12’ê nîsanê di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de ji bo 91 kesan biryara binçavkirinê da bû. Ji van 48 kes hatibûn binçavkirin û dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.    48 kes, ev 12 roj bûn li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê dihatin ragirtin. Dozgeriyê tawanên “endamtiya rêxistinê”, “rêvebertiya rêxistinê”, “binpêkirina qanûna pêşîlêgirtina fînansmaniya terorîzmê ya bi hejmar 6415”, “binpêkirina qanûna pêşîlêgirtina rewakirina dahatên sûc a hejmar 5549” û “rewakirina mal û milkê ji sûcê TCK 282’ê diqewime” li binçavkiriyan hatin kirin.    Kar û barê îfadegirtinê yê li dozgeriyê di saetên serê sibehê de dest pê kir û piştre jî dozger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Li bendê ye ku îfadeyên her 48 kesan li dadgeha cezayên silhê ya nobedar were girtin.    KESÊN HATINE BINÇAVKIRIN   Navên 48 kesên hatine binçavkirin ev in: “Zekî Çelîk, Mehmet Akin, Hafîze Îpek, Gulum Bayram, Mehmet Koyuncu, Burhanettîn Beduş, Metîn Kilavuz, Fazil Turk, Selamî Turhan, Hasan Ugur Çat, Ulfiye Ozcan, Osman Kaya, Navaf Ok, Huseyîn Daş, Fecrî Tayfur, Sevîm Soylu, Mehmet Mûstafa Bîlgîç, Şefîk Ozbey, Necmettîn Aslan, Mehmet Sarih Zumrut, Eyuphan Ocal, Erdal Avci, Sonay Avci, Fesîh Yalçin, Halîs Bîlen, Atalay Bayrak, Hakîm Guneş, Suphî Guneş, Umît Guneş, Nîzamettîn Onar, Mûstafa Demîr, Nîhat Salmiş, Nîhat Gezîcî, Mûrat Kaçar, Halîl Aslanli,Huseyîn Vural, Berat Anli, Abdullah Bozkoyunlu, Kemal Unver, Seydoş Daniş, Gulşen Duran, Zana Doner, Selçuk Tazgel, Rasîm Çelîk, Ayşe Kaçar, Mûrat Demîrkiran, Îlyas Tekîn.”