Di 23’yê Nîsanê de aqûbeta zarokên hatine windakirin pirsîn 2022-04-23 14:13:17 AMED/ÊLIH -  Çalakiya Xizmên Windakiriyan di hefteya 689’an de berdewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de Xizmên Windakiriyan bi munasebeta 23’yê Nîsanê aqûbeta zarokên hatine windakirin û qetilkirin pirsîn. Li Êlihê jî li aqûbea Îzzet Sevet hat pirsîn. Xizmên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi mebesta pirsîna aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin û darizandina kujerên wan, di hefteya 689’an de li li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya Yenîşehîr a Amedê kom bûn. Di çalakiyê de xizmên windakiriyan, endam û rêveberên ÎHD û rêxistinên civaka sivîl amade bûn. Beşdaran di çalakiyê de wêneyên kesên hatine qetilkirin û windakirin hilgirtin. Di çalakiyê de malbatan bal kişandin ser 23’yê Nîsanê Cejna Zarokan û xwestin ku kujerên zarokên wan bên darizandin.     Daxuyaniya vê hefteyê ji hêla endama Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD’a Amedê Nerîman Dînçkan ve hate xwendin. Dînçkan, ji ewil bi munasebeta 23’yê Nîsanê Cejna Zarokan, zarokên ku aliyê dewletê ve hatine qetilkirin bi bîr anî. Dînçkan, diyar kir ku di encama polîtîkaya dewletê de di salên 90’î de gelek zarok hatin qetilkirin û wiha got: “Kujerên wan zarokan nehatin cezakirin û dewletê ew kujer xelat kirin. Dewlet, li gorî hiqûqa navneteweyî neçare ku mafên zarokan biparêze. Lê li vê herêmê gelek zarok ji hêla dewletê ve hatin binçavkirin, qetilkirin û windakirin. Li gorî daneyên komeleya me, 27 zarok di bin çavan de hatin windakirin.”    NAVÊN ZAROKÊN HATINE WINDAKIRIN   Bi domdarî Dînçkan qala zarokên hatine windakirin kir û navên wan wiha rêz kir: “Dîlek Serîn (3) û malbata wê li gundê Mîrik ê Dêrsimê, Ahmet Akbaş (15) li Hozat a Dêrsimê, Davut Altunkaynak (12) li Kerboran a Mêrdînê, Seyhan Dogan (16), Nedîm Akyon, Mahmût Abak (16) li Qeser a Mêrdînê, Faruk Aksan (16) li Nisêbîn a Mêrdînê, Ahmet Sanir (15) li Şirnexê, Îlyas Dîrîl (12), Zekî Dîrîl (16), Deham Guney (17) û Ahmet Dans (14) li Roboskê ya Şirnexê, Yahya Akman (16) li Cizîrê, Abdulazîz Gaysak (12) li Silopiya ya Şirnexê, Lokman Kaya (16) li Colemêrgê, Munîr Saritaş (13) û Nûrî Dayan (14) li Gever a Colemêrgê, Metîn Budak (11) li Amedê, Servet Îpek (15) û Çayan Çîçek li Licê ya Amedê, Umît Taş (16) li Pasûr a Amedê, Zekî Akyildiz (16) li Ferqîn a Amedê, Sabah Oruç (17) û Orhan Yakar (16) li Bismil a Amedê, Fatîh Kaya li Çewlikê, Yilmaz Gumuş û Şîrîn Mutlu (16) jî li Êlihê di bin çavan de hatin windakirin. Dewlete tu carî ev rastî qebûl nekir lê ew zarok di bin çavan de hatin windakirin.”   ‘POLÎTÎKAYÊN BÊCEZAKIRINÊ HER SAL ZAROK KUŞTIN’   Di berdewema axaftina xwe de Dînçkan destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên necezakirinê her sal gelek zarok ji hêla leşkeran ve hatin qetilkirin û wiha pê de çû: “Lê ev kes nehatin cezakirin. Di sala 2004'an de Ugur Kaymaz ê 12 salî li Qoser a Mêrdînê bi bavê xwe re li ber deriyê mala xwe hate qetilkirin. Di 30'ê adara 2006'an de Enes Ata ji ber bombeya xazê li bedena wî ket û jiyana xwe ji dest da. Di 29'ê adara 2006'an de Abdullah Duran dema li şaneşîna mala xwe li derve dinihêrt, di encama gulebarana hêzên dewletê de hate qetilkirin. Ceylan Onkol di sala 2009'an de li Lice ya Amedê di encama topeke hewanê ya ji qereqolê ve hatiye avêtin jiyana xwe ji dest da. Berkîn Elvan di 11'ê adara 2011'an de dema ji bo kirîna nan ji mala xwe derket bi guleya polîsan hate qetilkirin. Hêlîn Hasret Şen di 12'ê cotmeha 2015'an de dema li navçeya Sûr a Amedê bi xizmên xwe re diçû nan bikire, li kolana ku mala wê lê bû bi guleya wesayîta zirxî ya Kobra ve hate qetilkirin.”   DI 11 SALAN DE 130 ZAROK HATIN QETILKIRIN   Dînçkan, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rapora ÎHD’ê ya di navbera 2010 û 2021’an de ku derheqê binpêkirina mafên zarokan de hatiye amadekirin û ev dane parve kirin: “73 zarok bi guleyen hezên leşkerî, 18 zarok  bi wesayîtên zirxî û 39 zarokan jî di encama teqînan de jiyana xwe ji dest dan.”    Di dawiya daxuyaniyê de beşdaran ji bo zarokên hatine qetilkirin deqeyek rêz girt û çalakî bi dawî kirin.    ÊLIH   Rêveberê ÎHD'a Êlihê û Xizmên Windayan jî li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li serê Kolana Gulistanê di hefteya 526'emîn de çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên dairzandin" li dar xistin. Gelek kes tevli çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildin. Vê hefteyê li aqûbeta Îzzet Seven ê di nîsana sala 1998'an de li Êlihê hat windakirin pirsîn.