Piştî 25 rojan qedexeya li gundê Timoq hat rakirin 2022-04-23 13:42:37   ÊLIH - Qedexe û dorpêça li ser gundê Timoq ku bi îşkencekirina mirovan û girtina sê welatiyan hat rojevê, piştî 25 rojan hat rakirin.    Qedexeya ketin û derketina li ser gundê Timoqa bi ser navçeya Hezoya Êlihê ve ku ji 31’ê Adarê ve didome, piştî 25 rojan hat rakirin. Li Timoqa ku bi îşkencekirina mirovan, muameleya xerab û girtina 3 welatiyan ket rojevê, vê sibê qedexe rabû. Lê derbarê rakirina dorpêç û qedexeyê de tu daxuyaniyek fermî nehat dayîn.    Bi rakirina qedexeyê re şandeyek ji HDP, Baroya Êlihê û ÎHD’a Êlihê pêk ê berê xwe da gund û hat zanîn ku dê li gund lêkolînan bike.    Hat zanîn ku operasyona leşkerî ya li gundê Mişrîta, Kelhezna û Helqîs ên cîranê Timoq berdewam dike.    Şêniyên gund Saddullah Karabaş (49), Yahya Karabaş û Beşîş Yildirim (80) ji aliyê dadgehê ve hatibûn girtin. Her wiha îşkneceyek giran li Yahya Karabaş hatibû kirin û bi wêneyê ku xwîn rijandibûn ser çavê wî ket rojevê.