Dayikên Şemiyê li aqûbeta zarokên hatine windakirin pirsî 2022-04-23 13:28:43   STENBOL - Dayikên Şemiyê bi boneya 23’ê Nîsanê 27 zarokên di binçavan û îşkencexaneyan de hatine kuştin bi bîr xist û li aqûbeta zarokên windayî pirsî.    Dayikên Şemiyê di hefteya 891’emîn de li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer bên cezakirin. Ji ber Qada Galatasarayê li Dayikan hatiye girtin û rewşa pandemiyê çalakî bi rêya online hat lidarxistin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê bi boneya “23’ê Nîsanê Cejna Zarokan û Serweriya Neteweyî” bal kişandin ser zarokên ku di binçavan û îşkencexaneyan de hatine kuştin û windakirin.    Daxuyaniya bi sernavê “Ne cejna zarokan e, me zarokên birine îşkencexaneyan û di binçavan de hatine windakirin ji bîr nekiriye” ji aliyê Endama KOmîsyona Zarokan a Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) SevÎnç Koçak ve hat xwendin.    27 ZAROK HATIN WINDAKIRIN    Koçak bi bîr xist ku 23'ê Nîsanê li Tirkiyeyê "Roja Zarokan" e û diyarî zarokên cîhanê hatiye kirin û wiha got: “Hin zarok wê çend deqeyan li kursiyên desthilatdariyê rûnên. Lê belê dê tu kes behsa zarokên ku mafê jiyanê ji destê wan hatiye standin neke. Tirkiye peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) îmze kiriye. Dewleta li Tirkiyeyê; li gorî Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî û yasaya Parastina Zarokan, divê ku mafên zarokan binpê neke û pêşî li binpêkirina mafên zarokan bigire, lê Tirkiyê bi xwe ew maf binpê kirin. Bi dehan zarok hatin binçavkirin, îşkencekirin û windakirin. Li gorî tespîtên Komeleya Mafên Mirovan, li Êlih, Bedlîs, Çewlig, Cizîr, Kerboran, Dêrsim, Şirnex, Pasûr, Nisêbîn, Gever, Silopiya, Bismil, Farqîn, Qoser, Amed û Liceyê di navbera salên 1992 û 1997’an de 27 zarok di binçavan de hatine windakirin.”    ‘NE ZAROK, FAÎL TÊN PARASTIN’    Koçak destnîşan kir ku Dîlek Serîn a 3 salî li gundê Mîrika Dersimê bi malbata xwe re, Îlyas Diril ê 12 salî li Şirnexê, Mûnîr Saritaş ê 13 salî li Geverê, Metîn Budak ê 14 salî yê li Licê, Ûmît Taş ê 15 salî li Pasûrê hat windakirin û gelek zarokên din di binçavan de hatine windakirin divê aqûbeta wan bê eşkerekirin û ev daxwaz a dîtina zarokan û daxwaza edaletê heta îro ji aliyê rayedarên dewletê ve bêbersiv hatiye hiştin. Koçak, anî ziman ku zarokên hatine windakirin çawa hatine binçavkirin û çawa hatine windakirin di îfadeyên şahidan, îdianameyên dozgeriyê, doznameyên dadgehê, biryarên DMME’yê û rapora Meclisê de cih girtine û wiha dewam kir: “Tevî ku her tişt eşkere ye jî kujer û sûcdar nayên cezakirin û ji aliyê dewletê ve tên xelatkirin. Ne zarok, kujer ango faîl tên parastin. Em pir eşkere dipirsin; faîl kî ne? Van bûyerên hovane hemûyan kî pêk anî?”    'EM DEST JÊ BERNEDIN’    Koçak anî ziman ku ew ê li ser navê heqîqetê van pirskirina van pirsan bidomînin û got: "Çend sal jî derbas dibin bila bibin, em ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo zarokên hatine windakirin bernedin û em ê her bi bîr bixin ku dewlet di nava hiqûqê de tevger bike. Em dîsa bi bîra wan dixin, em ê dest ji Qada Galatasarayê ya 192 hefte ne li me girtî ye bernedin.”    ZAROKÊN HATINE WINDAKIRIN    Koçak herî dawî navê zarokên ku di binçavan û îşkencexaneyan de hatine windakirin wiha rê kir: “Dîlek Serîn 3 salî bû. Davut Altunkaynak 12 salî bû. Îlyas Diril 12 salî bû. Ebdulezîz Gasyak 12 salî bû. Wezîr Tarhan 12 salî bû. Seyhan Dogan 13 salî bû. Munîr Saritaş 13 salî bû. Metîn Budak 14 salî bû. Ahmet Dansik 14 salî bû. Nûrî Dayan 14 salî bû. Servet Îpek 15 salî bû. Çayan Çîçek 15 salî bû. Ûmît Taş 15 salî bû. Ahmet Akbaş 15 salî bû. Ahmet Sanir 15 salî bû. Fatîh Kaya 15 salî bû. Zekî Dîrîl 16 salî bû. Nedîm Akyon 16 salî bû. Faruk Aksan 16 salî bû. Lokman Kaya 16 salî bû. Mahmut Abak 16 salî bû. Mehmet Zekî Akyildiz 16 salî bû. Orhan Yakar 16 salî bû. Yahya Akman 16 salî bû. Sabah Oruç 17 salî bû. Yilmaz Gumuş 17 salî bû. Deham Guney 17 salî bû.”