Malbata Şenyaşar: Em nehatine wê astê ku bibêjin edalet pêk hat 2022-04-23 11:45:14 RIHA - Çalakiya malbata Şenyaşar didome. Di çalakiya îro de malbatê ev peyam parve kir: “Derheqê doza me de gavekî hiqûqî hate avêtin. Lê em hêjta nehatine wê astê ku bibêjin edalet pêk hat. Heta ku du daxwazên me yên hiqûqî pêk tên em ê bibêjin ‘HEQ, HIQÛQ, EDALET’ û dev ji têkoşîna xwe bernedin.”  Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar jî di 9’ê adara par de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 411’an de berdewam kir.    Edliye, di dawiya hefteyê de girtî ye lewma malbatê çalakiya xwe li Pirsûsê li mala xwe domand.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî bal kişand ser binçavkirina 9 kesên ji malbata Yildiz û ev peyam parve kir: “Di doza me de gavek hate avêtin. Em nehatine wê astê ku bibêjin edalet pêk hat. Heta ku du daxwazên me yên hiqûqî tên qebûlkirin em ê bibêjin ‘HEQ, HIQÛQ, EDALET’ û dev ji têkoşîna xwe bernedin.”